Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Em hemû hêzên siyasî yên di komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de cih girtine, bi tundî şermezar dikin. Em şehîdên berxwedana ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ên ku li dijî vê komployê ji agir barîkat çêkirin, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin, “Komplogerên navneteweyî xwestin Rêber Apo tasfiye bikin. Ku Rêber Apo dixwest qedera Rojhilata Navîn a di sedsalên dawî de di nava tarîtiyê de, biguhere. Rêber Apo polîtîkaya çareserkirina pirsgirêka Kurd a li ser esasê xwişk-biratiya gelan û demokrasiyê dimeşand. Têkoşîna di vî alî de li welatên ku Kurdistanê di bin desthilatdariya xwe de digirin, geşedanên girîng çêdikir. Vê rewşê kesên ku dixwazin Kurdistanê 4 parçe bikin û li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe bidomînin, tirsand. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pêşengtiya Rêber Apo li tevahiya Rojhilata Navîn hevkarî lewaz kir, hêzên navneteweyî ev yek ji bo hegemonyaya xwe weke xeteriyeke mezin dîtin û komployeke li cîhanê mîna wê nehatî dîtin, pêş xistin.
Di daxuyaniya KCK’ê de ev xisûs jî hatin diyarkirin:
“Bi vê komployê re armanc kirin ku bandora Rêber Apo bişkînin. Xwestin vê yan bi îmhaya fîzîkî yan jî weke îdeolojîk-siyasî bêbandor bikin û pêk bînin. Lê belê di şexsê berxwedana ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ de rastî berxwedana xurt a gelê me hatin. Ev bû destpêka binketina komploya navneteweyî. Piştî astengkirina îmhaya fîzîkî, Rêber Apo li Girava Îmralî li dijî komployê têkoşîn gihand bingeheke îdeolojîk-polîtîk. Tevgera me ya Azadî û gelê me bi Rêbertî re bû yek û komplo di rêjeyeke mezin de vale derxist. Tevgera me ya Azadiyê mezinkirina têkoşîna xwe domandiye. Têkoşîna li 4 parçeyên Kurdistanê pêş ket, Kurd anîn rewşa hêzeke ku nayê înkarkirin. Eger îro Kurd bûne hêzeke bi bandor a Rojhilata Navîn, ev bi saya têkoşîna bêhempa ya li dijî komploya navneteweyî ye.
Rêber Apo di Parêznameya DMME’yê de ku salên ewilî yên esaretê nivîsand, gotiye, “Komployên dîrokî nikarin pêşketinan rawestînin, bi lez dixin.” Ev nirxandina Rêber Apo bi pêşketina têkoşîna me ya azadiyê ya li 4 parçeyên Kurdistanê, hatiye piştrastkirin.
Bê guman esareta Rêber Apo hîna dewam dike. Lê belê Rêber Apo hemleyeke îdeolojîk-teorîk a ku ti mirovekî azad pêk neaniye, pêş xist û rêya rizgariyê ya mirovahiyê nîşan da. Di roja me de ku modernîteya kapîtalîst civak û mirovahiyê tune dike, bi parêznameyên banga rizgariyê û Manîfestoya Civaka Demokratîk darbeyeke giran li sîstema modernîteya kapîtalîst xistiye. Ji vir û şûnde wê dîroka ku kapîtalîzm çawa ji jiyana mirovan jêçûye, were nivîsandin. Sosyalîzma demokratîk wê bi paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk bilind bibe û wê vê yekê pêk bîne.
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ LI DIJÎ HEMÛ GELÊN ROJHILATA NAVÎN HATIYE KIRIN
Manîfestoya Civaka Demokratîk a Rêber Apo esasê têkoşîna jiyana azad û demokratîk a hemû mirovahiyê ye, ne tenê ya gelê Kurd e. Jixwe pirsgirêka Kurd a bûye navneteweyî û xwedî astên pir tevilhev, bi nêzîkatiyeke îdeolojîk-polîtîk dikare çareser bibe. Ya ku Rêber Apo kiriye rêberê rizgariyê ya hemû mirovahiyê jî, giranbûna pirsgirêkên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Bi nêzîkatiya teng a îdeolojîk û polîtîk çareserkirina pirsgirêka gelên Rojhilata Navîn û Kurdên di bin qirkirinê de, ne pêkan e.
Komploya navneteweyî di vî alî de di şexsê Kurdan de li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Rêber Apo bi paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk û projeya aştî û civaka demokratîk a ji bo Tirkiyeyê, hewl dide di şexsê gelê Kurd de komploya li ser hemû gelên Rojhilata Navîn bi tevahî bêbandor bike.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd tacîdarkirin, wê komploya navneteweyî bi temamî vale derbixe. Di sala 29’an a komployê de wezîfeya me ye ku em li her qadê têkoşînê bilind bikin, Rêber Apo û gelê Kurd azad bikin. Dema ku me li ser xeta îdelojîk-polîtîk têkoşîn bilind kir, gelê Kurd wê jiyana azad û demokratîk bi dest bixe. Sala 29’an banga bilindkirina têkoşînê li gelê Kurd, dostên wê û hêzên demokrasiyê dike. Gelê me yê ku di salvegera komployê de li her derê têkoşînê bilind dike, vê têkoşîna xwe bênavber didomîne û wê komplogeran bişîne goristana xirabiyan a dîrokê.”

