Salvegera 28’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, ku di 9ê Cotmeha 1998’an de destpêkiribû, bi çalakiyên cûrbecûr hat şermezarkirin.
EDENE
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê, li ber avahiya DEM Partiyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiyê de pankarta “Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Ceyhanê Tahir Ozdemîr ve hat xwendin. Ozdemîr diyar kir ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, divê şert û mercên xebatê yên azad ji bo Rêber Apo bên avakirin û nasnameya gelê Kurd bi destûrî de were mîsogerkirin.
DERSIM
Platforma Saziyên Demokratîk a Dersimê, di salvegera komploya 9ê Cotmehê de li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî” hat vekirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Dersimê Ozcan Ateş di çalakiyê de axivî û got: “Divê hebûn û nasnameya gelê Kurd bi awayekî destûrî were mîsogerkirin. Divê astengiyên li pêşiya siyaseteke demokratîk bên rakirin.” Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu axivî û got: “Gelê Kurd li hemberî polîtîkayên înkar û tunekirinê, tu carî dev ji daxwaza xwe ya ji bo hemwelatiya wekhev û demokrasiyê berneda. Tevî 29 sal di ser re derbasbûne jî gel ji bo aştiyê û Tirkiyeyeke demokratîk têkoşîna xwe didomînin.”
XARPÊT
Platforma Saziyên Demokratîk a Xarpêtê li dijî komployê li Garaja Xozatê daxuyanî da û komploya navneteweyî şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji komployê re na, azadî ji Birêz Ocalan re” hat vekirin. Rêveberê DEM Partiyê yö Xarpêtê Îskender Şîmşek daxuyaniya çapemeniyê xwend û komployê şermezar kir.
WAN
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk û Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê meşeke girseyî hat li dar xistin. Meş ji pişta Van AVMê dest pê kir û li Qada Bajar bi dawî bû. Di meşê de pankarta “Li dijî hişmendiya komployê, ji bo Rêber Apo azadî, bila girtîgeha Îmraliyê bê girtin” hate vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.
Li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk Alî Ataman metna daxuyaniya hevpar xwend.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê careke din ji Wanê lanet dikin û yên li hemberî wê li ber xwe didin silav dikin. Ev komplo di şahsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di heman demê de li dijî Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd hate kirin. Lê belê li hemberî îrade û pêşbîniya ku Birêz Ocalan ava kirî, ew komplo têk çû. Silav ji Birêz Ocalan re be ku ev berxwedan pêk anî.”
Zulkuf Ûçar bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û xebatên çareseriyê yên li herêmê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan ji bo ku vê komployê pûç bike, her dem gelê Kurd amade kir ku li hemberî komployê berxwedêr bin. Wekî ku Birêz Ocalan her dem destnîşan dike, helwesta herî girîng bilindkirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. Divê em ji her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiyê ava bikin. Careke din eşkere dikin ku gelê Kurd azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Gelê Kurd di pêvajoya aşitiyê de daxwaza şert û mercên xebatê yên azad ji bo Birêz Ocalan, azadiya girtiyên siyasî û gihîştina statuya qanûnî ya gelê Kurd dike. Ji bo ku ev qonaxa heyî bigihîje armanca xwe, divê azadiya Birêz Ocalan bê pêkanîn da ku ew bikaribe erka xwe bi cih bîne. Gelê Kurd li cem Birêz Ocalan e û li cem îrade û berxwedana wî ye. Ji bo çareseriya li Rojhilata Navîn, divê di demek herî kurt de azadiya wî pêk bê.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
COLEMÊRG
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Geverê ya Colemêrgê salvegera komploya navnetewî hat şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jiyan Jiyan Azadî” û “Silav silav ji Rêber re hezar silav” hatin berz kirin. Dayîkên Aştiyê û bi sedan welatî tev li meşê bûn. Di çalakiyê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo hat kirin.
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê DBP’ê yê Geverê Reşît Guneç ve hat xwendin û got: “Abdullah Ocalan bi sekna xwe armancên qirqirina Kurdan û gelan wala derxist û meşa azadiyê bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihand astek bilind. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam dike û divê Abdullah Ocalan bigihije azadiya xwe ya fîzîkî.”
Piştî daxuyaniyê parlementerê DEM Partiyê Onur Duşunmez axivî û got: “Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd îradeya xwe xwedî derket. Em li vir, li Geverê careke din bangawaziyê dikin. Gever li pey Rêber Apo ye. Divê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bê.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
AGIRÎ
Li Agiriyê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi daxwaza azadiya Rêber Apo meşek hat lidarxistin. Girseya ku li ber Pirtûkxaneya Gel a Kevin civiya, li pey pankarta “Komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî ya ku li hember Rêber Apo bi tundî şermezar dikin, Em xwedî li serokê xwe derdikevin û azadiya serokê xwe dixwazin” heta serê Cadeya Komarê meşiyan.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û dovîzên “Rêya heqîqetê ji Îmraliyê re derbas dibe” û “Li dijî komployê me rûyê xwe da rojê” hatin hildan. Parlamentera Dem Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr, saziyên girseyî yên demokratîk ên bajêr û gelek welatî beşdarî meşê bûn. Piştî meşê, daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabih Kaya ve hat xwendin.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
ERZIROM
Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê, bi boneya salvegera komploya navneteweyî li Xinûsê ji Cadeya Komarê heta Baxçeyê Çayê yê Xinûsê meşek li dar xist. Di meşê de pankarta “Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî” hat vekirin û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar ê ku piştî meşê axivî, got ku komploya li hemberî Rêber Apo di heman demê de li dijî gelê Kurd pêk hatiye. Piştre Hevserokê DBPê yê Erziromê Ramazan Karakaş metna hevpar a daxuyaniyê xwend.
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.
QERS
Rêxistina DEM Partiyê ya Qersê, di salvegera komploya navneteweyî de derketin kolanan û bi daxuyaniyekê bertek nîşanî komployê dan. Rêveberên navçeyan û nûnerên saziyên sivîl (STK) beşdarî daxuyaniya li navendê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji birêz Ocalan re” hat vekirin û dowîzên “Zîndana Îmraliyê bigirin”, “Wê komploger winda bikin, aştî wê serbikeve”, “Ji Rêberê Gelê Kurd re azadî” hwd. hatin hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş a ku metna hevpar a daxuyaniyê xwend, teqez kir ku ew ê di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
BEDLÎS
Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê jî navçeya Norşînê li dijî komploya navneteweyî meşek li dar xist. Girseya ku li Parka Şelaleyê hat ba hev, bi pankarta “Bi Rêbertiya Azad re Civaka Azad” ber bi qada şaredariyê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.
Piştî meşê, rêveberê DEM Partiyê yê Norşînê Ezer Ozkan metna hevpar a daxuyaniyê xwend û anî ziman ku ew ê li her qadê bê rawestan têkoşîna xwe ya li dijî komployê bidomînin.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
MÛŞ
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, bi boneya salvegera komploya navneteweyî xwest ber bi aliyê Şitilgeha Yeşîlceyê ve bimeşe. Polîsan bi hinceta ku “destûra Walîtiyê nîne” meş asteng kir; girseyê jî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bertek nîşan da. Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz bertek nîşanî biryara astengkirinê ya walî da û got: “Walî Avnî Çakir aştiyê provake dike.”
Girse, ji ber ku polîsan destûr neda, xwest ber bi aliyê berevajî ve bimeşe. Li hemberî polîsên ku dîsa pêşiya girseyê birîn, girseyê xwest her du cadeyan bigire û çalakiya rûniştinê li dar bixe. Polîsan êrîşî çalakiya rûniştinê kir. Di êrîşê de welatiyek birîndar bû, her wiha polîsan midaxeleyî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Can Kirbaş jî kir. Kirbaş bi astengiya polîsan a wekî “Tu tenê cihê ku ez destûr didim dikarî bikişînî” re rû bi rû ma.
Di encama muzakereyên dirêj de girseyê di rêya plankirî de meşeke kurt pêk anî. Di meşê de pankarta bi kurdî û tirkî ya “Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî” hat vekirin û dirûşma “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berz kirin. Piştî meşê metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Faîk Yasûl ve hat xwendin.
Piştre Sumeyye Boz axivî û got: “Komploya beriya 28 salan pêk hat, îro li kolanên Mûşê bi rêya Walî Avnî Çakir didome. Hewldana gelê Kurd a ji bo aştiyê, îro li Mûşê bi qedexeyên keyfî re rû bi rû ye. Wek berdevkê gladyoyê û şer tevdigere. Vîn û daxwaza aştiyê ya gelê kurd li ber çavan nagire. Tewra midaxeleyî bernameyên şîn û bîranînê yên gerîlayên azadiyê jî kir. Îro hemû qedexe wê bi vîna gelê kurd bên şikandin. Aştî wê di encama hewldanên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de teqez bi ser bikeve. Em ji vir silavan ji bo sekin û vîna gelê kurd dişînin. Berxwedan jiyan e.”
Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.

