În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên ku meşvan pêşwazî kirin: Em dixwazin hêviyê mezin bikin!
Jin

Jinên ku meşvan pêşwazî kirin: Em dixwazin hêviyê mezin bikin!

Jinên ku li Dîlok û Edeneyê bi tilîlî û dirûşman tevlî meşa TJA'yê bûn, gotin "Divê aştiya civakî bê avakirin, em naxwazin bê hêvî bibin. Em dixwazin hêviyê mezin bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meşa “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” a Tevgera Jinên Azad (TJA) gihîşt Enqereyê. 25 jinên ku 1’ê Cotmehê ji Amedê dest bi meşê kirin ji Riha, Dîlok, Edene û Mersînê derbas bûn û piştî ku gihîştin Enqereyê ber bi Girtîgeha Sîncanê ve meşiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jin 6 rojan li her devera ku jê derbas bûn bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Şêniyên Dîlok û Edeneyê yên meşvan pêşwazî kirin, anîn ziman ku wan ji jinan îlham wergirtine û banga xwedîderketina li pêvajoyê kirin. Jinan gotin, “Berpirsyariya me ya herî mezin avakirina aştiyê ye.”

‘JIN PÊŞENGIYÊ JI PÊVAJOYÊ RE DIKIN’

Nazmiye Vakif anî ziman ku divê gel piştgiriyê bidin hev, işaret bi rola pêşengiyê ya jinan a di pêvajoya aştiyê de kir û got, “Di vê demê de ji bo aştiyê divê gelên Kurd û Tirk ji bo paşeroja xwe piştgiriyê bidin hev. Tiştên ku bi serê me ve hatin bila neyên serê zarokên me. Jin pêşengiyê ji pêvajoya aştiyê re dikin. Îro Edene ji bêdengiyê rakirin, sibe dikarin her tiştî bikin.”

Vakif destnîşan kir ku jin di her gava pêvajoyê de hene û got, “Afirandina aştiyê di destê me de ye. Divê xwişk û biratî û yekîtî pêk were. Ji bo zarokên xwe divê em paşerojeke aştiyane ava bikin. Çi dibe bila bibe em ê daxwaza aştiyê bikin. Divê dewlet bi zimanê aştiyê biaxive, ne bi zimanê şer.”

‘VÊ ÇALAKIYÊ HÊZ DA ME’

Xebat Gencas di meşê de axivî, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û banga jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê kir. Xebat Gencas got, “Girtî di bin êşkenceyê de ne, dayik beriya ku zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest didin. Em aştiyê dixwazin, em pêvajoyeke baş dixwazin. Divê dewlet gavê biavêje. Divê dewlet guh bide daxwazên aştiyê. Aştîxwazan bi salan rehetî nedîtin. Hêrsa şer a dewletê bi kêrî kesî nayê. Divê her kes aştiyê bixwaze.”

‘EM DIXWAZIN HÊVIYÊ MEZIN BIKIN’

Dîdem Erener jî işaret bi girîngiya civakîbûna aştiyê kir. Erener anî ziman ku tecrûbeyên berê civak westaniye û got, “Divê aştî civakî bibe, ev yek ji bo rêveçûna pêvajoyê di nava aştiyê de gelekî gigrîng e. Di pêvajoyên berê de bûyerên neyînî qewimîn. Weke gel hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê civakî ve em gelekî westiyan. Her roj jin têne kuştin, xweza tê talankirin. Ji ber vê yekê civakîbûna aştiyê ji her demê bêhtir hêja ye.”

Erener destnîşan kir ku aştî ne tenê ji bo hin herêman, lê ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê pêwîstiyeke hevpar e û got, “Eger em karibin daxwaza aştiyê civakî bikin, hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê civakî ve civak wê rehet bibe. Her yek ji me divê li cihê ku lê ye vê daxwazê mezin bike. Heta ku gavên hiqûqî û demokratîk neyên avêtin, ev daxwaz wê bersivê nebîne û mirov bêhêvî bibin. Halbûkî em dixwazin hêviyê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Bersiva êrîşan hate dayin
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

Festîvala Çanda Kurd a ku li Brukselê bi dîmenên rengûreng destpê kir, ji konseran heya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji 44 welatan zêdeyî hezar kes li ber darvekirinê rabûn

Ji 44 wealtan 1200 kes li dijî cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Gaziyên Jin: Di pêşengiya jinan de em ê civaka demokratîk ava bikin

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?