Li çiyayên nêzî bajarê Cordoba yê Arjantînê, li Espacio de Alina ya ji bo zindîkirina bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya û xurtkirina piştevaniya navbera jinan hatî avakirin, 9’ê Cotmehê civînek hate lidarxistin. Ji komên femînîst, gelên herêmî û tevgera jinan a Kurdistanê gelek kes beşdarî civînê bûn. Geşedanên siyasî yên li Abya Yala û xeteriyên belavbûna faşîzmê hatin nirxandin.
Beşdaran tecrûbeyên xwe yên têkoşînê parve kirin û li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaş kirin.
Dayika şehîd Lêgerîn Çiya, Patricia jî beşdarî merasîmê bû. aktîvîsta femînîst, mamoste û rojnamevan Claudia Corol di axaftina xwe de bal kişand ser girêdana jiyan û têkoşîna Lêgerîn Çiya.
Claudia Corol diyar kir ku Lêgerîn Çiya li herêma Patagonya ya Arjantînê ji dayik bû û beşekî zarokatiya xwe li nêzî Cordoba derbas kir û ragihand ku wê piştre li Kubayê perwerdeya tibê dît û têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê nas kir û tevlî vê têkoşînê bû.
Claudia Corol bilêv kir ku piştî şehîdbûna Lêgerîn Çiya wan biryar da ku têkoşîna wê li Kurdistanê bidomînin û got, bi pêşniyara dayika wê Patricia ev mekan hate avakirin ku li qada perwerdeya gel û tenduristiya civakê xebat bên meşandin.
Claudia Corol diyar kir ku Espacio de Alina tenê mekaneke fîzîkî nîne, di heman demê de tê wateya domandina têkoşîna Lêgerîn Çiya.

