Di komkujiya Gar û Rawestgeha Enqereyê de ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de çêbû û yek ji êrîşên herî bixwîn ên dîroka Tirkiyeyê ye, 104 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Bi hezarên kesên ku ji bo daxwaza aştî, demokrasiyê û azadiyê li Enqereyê civiyabûn, bûn armanca êrîşa DAÎŞ’ê. Tevî ku li ser vê komkujiyê re sal derbas bûne jî lêgerîna edaletê hîn berdewam dike.
Serokwekîlê Koma HDP’ê yê wê demê û endamê Şandeya Îmraliyê Îdrîs Balûken, plana li pişt vê komkujiyê, atmosfera siyasî ya wê demê û pêvajoya darizandinê nirxand . Balûken, diyar kir ku wan piştî komkujiyên Amed û Pirsûsê rayedar li dijî êrîşên nû yên muhtemel hişyar kiribûn, lê belê tedbîrên pêwîst nehatibûn girtin.
Balûken got: “Me hişyarî dabû ku heke rastiya van her du komkujiyan neyê ronîkirin, dibe ku komkujiyên nû çêbibin. Lê tevî ewqas hişyariyan jî Komkujiya 10’ê Cotmehê çêbû, jixwe tê fêmkirin ku tedbîrên hewce nehatine girtin.”
Balûken, anî ziman ku piştî komkujiyê wan ji bo tespîtkirina nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest dane, dermankirina birîndaran û piştgiriya malbatan xebitîne. Balûken, da zanîn ku wan li Meclîsê û di qada dîplomasiyê de ji bo plankar û hêzên li pişt vê êrîşê bên eşkerekirin, ketine nava hewldanan.
‘ÎTÎRAFA AHMET DAVUTOGLÛ’
Balûken, li ser atmosfera siyasî ya di navbera hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê yên 2015’an de sekinî û diyar kir ku tiştên qewimîn tenê bi kêmasiya ewlehî û îstîxbaratê nayên ravekirin. Îdrîs Balûken, daxuyaniya serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglû a ku piştre gotibû “Heke ez tiştên di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de qewimîne bibêjim, gelek siyasetmedar nikarin derkevin nava gel” bi bîr xist.
Balûken, diyar kir ku heta berpirsiyariyên siyasî, burokratîk û ewlehiyê yên komkujiyên wê demê ronî nebin, ne gengaz e ku li welat asayîbûn çêbibe.
Balûken, bal kişand ser paqijkirina cihê bûyerê ya berî komkirina delîlan û destnîşan kir ku mebesta esasî ji holê rakirina delîlan bû. Balûken, got ku ev êrîş tenê wekî xemsariya çend peywirdarên dewletê nayê destgirtin û wiha pê de çû: “Pêşiya Gara Enqereyê ji dijminatiya aştiyê, ji xirabkirina yektiya civakî, ji destserkirina mafê jiyanê yê kesên din û ji siyasetên şer re hate hiştin.”
‘JI BER KU DESTHILATDARÎ DI HEWIRDORA AŞTÎ DE ISRAR NEKIR EV KOMKUJÎ ÇÊBÛN’
Balûken ê ku wê demê endamê Şandeya Îmraliyê bû got ku piştî Pêvajoya Çareseriyê di 5’ê Nîsana 2015’an de bi awayekî pratîkî bi dawî bû, tundî û êrîş li welat zêde bûn. Balûken, wiha axivî: “Heke desthilatdarî û dewletê di atmosfera aştiyê ya ku ji sala 2013’yan û vir ve dihat meşandin de israr bikirana, pêkan nebû ku ev êrîş çêbibin.”
Balûken, diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinên wê demê de jî gava ku pêvajo berdewam dikir, li dijî hêzên ku dixwestin li hundir û derve pêvajoyê xirab bikin û li dijî provokasyonên muhtemel hişyarî dabûn. Balûken, anî ziman ku divê ew hişyarî bihata berçavgirtin.
‘ÊRÎŞ NEGIHIŞTIN ARMANCA XWE’
Balûken, destnîşan kir ku Mîtinga Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hevdîtineke girîng a demokratîk bû ku partiyên siyasî yên cuda, sendîka, rêxistinên pîşeyî û beşên civakê anîn cem hev û got ku vê êrîşê têkoşîna aştî û jiyana hevpar kiribû armanc.
Balûken, anî ziman ku vê komkujiyê di civakê de travmayeke kûr çêkiriye lê nekarî daxwaza aştiyê ji holê rake û got: “Îro bi awayekî bihêztir ji bo rojeke demokratîk û aştiyane hatina me ya cem hev, îspata wê yekê ye ku ev êrîş negihiştine amancên xwe yên demdirêj.”
Balûken, pêvajoya darizandinê ya piştî komkujiyê jî têrker nedît. Balûken, got ku hin belgeyên di dosyayên lêpirsînê de bi salan hatine veşartin û pêkanînên ku bandorê li rêya darizandinê dikin, çêbûne.
Balûken, destnîşan kir ku ji xeynî cezakirina kesên ku êrîş pêk anîne, divê pişt û peywendiyên komkujiyê jî bên lêkolînkirin û diyar kir ku heta îro tu peywirdarekî dewletê ji ber xemsariyên xwe li ber dadgehê hesab nedaye. Balûken, destnîşan kir ku divê ji bo ronîkirina hemû aliyên komkujiyê dest ji têkoşînê neyê berdan.
‘DIVÊ DESTHILATDARÎ Û DEWLET BAWERIYA LI HEMBERÎ PÊVAJOYÊ AVA BIKIN’
Îdrîs Balûken, da xuyakirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk qonaxeke nû ya siyasî da destpêkirin, lê belê hêzên ku dixwazin vê pêvajoyê xirab bikin jî hene. Balûken, diyar kir ku di astengkirina destwerdan û provokasyonên muhtemel de berpirsiyarî li ser milê desthilatdarî û dewletê ye û teqez kir ku divê bawerî û misogerî ji bo pêvajoyê bê dabînkirin.
‘PÊWÎSTÎ BI ÇALAKIYÊN AFRÎNER Û MEZINTIR HENE’
Balûken, anî ziman ku Komkujiya 10’ê Cotmehê di civakê de birînên kûr vekirine, li ser kesên bi daxwaza aştiyê derdikevin kolanan bandorên psîkolojîk çêkirine û got ku tevî vê yekê jî civakê dest ji daxwaza jiyana hevpar û aştiyê bernedaye.
Balûken, diyar kir ku têkoşîna aştî û demokrasiyê tevî zextên cuda berdewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku têkoşîna me bigihêje encamê, pêwîstiya me bi rê û rêbazên afirînertir, bi çalakî û bernameyên mezintir heye.”

