Wê li Hollandayê di navbera 16-18’ê Cotmehê de bi şîara ‘’Li gel Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komînal’’ Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê were lidarxistin. Konferansa ku wê li gel organîzasyona endamên Akademiya Jineolojiyê û Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê were lidarxistin, wê li gel sernavê sereke yê ‘’Di avakirina jiyana demokratîk û komînal de rola Jineolojiyê’’ were kirin.
Di konferansê de wê mijarên weke têkoşîna azadiya jinan a xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê tên birêvebirin, hilberîna agahiyên alternatîf, tecrûbeyên jiyana kolektîf û tecrûbeyên têkildarî perwerdeya demokratîk û piştevanya komînal werin nirxandin. Her wiha pêşxistina rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û diyarkirina nexşerêya serdema li pêşiya me tên armanckirin.
WÊ ROLA JINEOLOJIYÊ YA DI AVAKIRINA CIVAKÎ DE WERE NÎQAŞKIRIN
Di çarçoveya konferansê de wê tecrûbeya deh salan a xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê ji aliyê dîrokî, civakî û rêxistinî ve were nirxandin. Girêdayî perspektîfa civaka komînal û demokratîk wê rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û modela birêxistinbûna serdema nû werin nîqaşkirin.
DI NAVA SÊ ROJAN DE SÊ RÛNIŞTINÊN SEREKE Û KOMXEBAT
Bernameya konferansê ya ku nîqaşkirina hedefên stratejîk û standina biryarên hevpar armanc dike, wê weke lidarxistna sê rû niştinên sereke û heft komxebatan derbas bibe.
Serenavên komxebatan bi vî rengî ne:
- Li Ewropayê modela birêxistinbûna Jieolojiyê
- Pedagojiya Jineolojiyê
- Veguherîna malbat û civakê û veguherîna mêran
- Bîra jinan û berxwedana çandî
- Jinên ciwan û Jineolojî
- Jiyana civakî ya ekolojîk û Jineolojî
- Girîngî û birêxistinbûna xebatên çapemenî û weşanê
Di heman demê de wê di çarçoveya azadkirina agahiyan de wê li gel arman û rêbazên lêkolîna Jineolojiyê û ji perpektîfa modernîteya demokratîk rola civakî ya akademiyên Jineolojiyê were nîqaşkirin.
Di beşa dawîn a konferansê de wê encamên heft komxebatan werin parvekirin û biryarên hevpar werin girtin. Li gel diyarkirina encamnameya nîqaş û biryarên ku wê sê rojan berdewam bike, wê konferans bi dawî bibe.

