103 kesên ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de di êrîşa li ser Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li ber Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajaran bi çalakî û bernameyên cuda tên bîranîn.
EDENE
Li Edeneyê KESK, DÎSK, TTB, TMMOB’ê û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ji bo bîranîna kesên ku di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, meşek lidar xist. Berdevkê demê yê Platforma Şaxa KESK’ê ya Edeneyê Alî Duran di bîranînê de axivî û got ku êrîş, kesên ku daxwaza aştiyê dikirin hedef girtine. Diya Dîlan Sarikaya ya ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Neslîgûl Sarikaya, destnîşan kir ku malbat 11 sal in li benda adaletê ne. Parêzer Tugay Bek, jî diyar kir ku hê berpirsiyarên li pişt komkujiyê nehatine darizandin.
MÊRSÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Tarsûsê gora Leyla Çîçek, Metîn Peşmen û Orhan Işiktaş ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir û bernameya bîranînê pêk anî. Birayê Orhan Işiktaş Îhsan Işiktaş, diyar kir ku ew ê têkoşîna aştiyê berdewam bikin û got: “Ji bo Kurdan aştî, ji bo Elewiyan aştî, ji bo hemû beşên ku tên tepisandin aştî. Êm ê xwedî li mîrateya aştiyê derkevin.”
AMED
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, karkerên înşaatê yên endamên Sendîkaya Karkerên Avahî û Rê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Amedê ji kar hatibûn avêtin, malbat û nûnerên rêxistinên sivîl ên bajêr ji bo qurbaniyên li Goristana Şehîdlikê ya navçeya Bajarê Nû û Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê serdana goran kir û qurbaniyan bi bîr anî. Gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de qerenfîl danîn ser gorên Feyat Denîz û Abdullah Erol ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Di her du serdanan de Hevberdevkê demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Kazim Bozan, axivî û diyar kir ku divê berpirsiyarên komkujiyê bên darizandin.
Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin, jî bal kişand ser têkoşîna aştiyê ya kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan.
ÊLIH
Platforma Ked û Demokrasiyê, ji bo Aycan Kaya, Meryem Bulut, Halîl Îbrahîm Atilgan û Muhammed Veysel Atilgan ên ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de di Komkujiya Gara Enqereyê de hatin qetilkirin, li ser gorên wan ên li Goristana Gîrbereşikê ya li navenda Êlihê bernameyeke bîranînê lidar xist.
Di bîranînê de Hevserokê SES’ê Cîhan Tuzun axivî û daxwaz kir ku kesên li pişt komkujiyê bên darizandin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê, 103 kesên li ber Gara Enqereyê hatin qetilkirin, di salvegera 11’an a komkujiyê de li pêşiya Bîrdariya 10’ê Cotmehê ya li Alsancakê ya Îzmîrê hatin bibîranîn. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û gelek siyasetmedar beşdarî çalakiyê bûn.
Daxuyaniya ku dirûşmên “Amed, Pîrsûs, Enqere hesab dipirse”, “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede ji bîr kirin” hatin berzkirin, li ser navê girseyê daxuyanî ji aliyê endamê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mustafa Ozdag ve hate xwendin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girse ber bi Qada Gundogduyê ve meşiya û ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane qerenfîl avêtin deryayê.
SEMSÛR
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê bi boneya salvegera komkujiya li Enqereyê ya ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Enqereyê di mîtinga “Ked, Aştî û Demokrasiyê” de bi êrîşeke bombeyî ya DAÎŞê 104 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bibûn, li qada Bajêr a Semsûrê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên demokratîk ê civakî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Pankarta “Em kujeran nas dikin, nadin jibîrkirn” Hat vekirin û dirûşmên “Em 10 Cotmehê nadin ji bîrkirirn” hatin berzkirin Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka SES’ê Rengîn Husniye Kilinç ve hate xwendin.
DÎLOK
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê jî ji bo bîranîna qurbaniyan Komkujiya 10’ê Cotmehê li Parka Yeşîlsu ya li navçeya Şahînbeyê daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî lidar xist. Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyan û pankarta “Em di şînê de ne, em ê nedin jibîrkirin” hatin hildan.
RIHA
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî bi boneya bîranîna qurbaniyan pêşî serdana goristanê kir û paşê jî li meydana bajêr daxuyaniya çapemeniyê lidar xist.
Qurbanî Nilgun Çevik, Başak Sîdar Çevik û Yilmaz Elmascan li Goristana Asrî ya Pirsûsê û Goristana Gundê Sergena Biçûk hatin bîranîn. Malbatên qurbaniyan û gelek welatî beşdarî bernameya bîranînê bûn û ji bo qurbaniyan rêz hate girtin û qerenfîl danîn ser gora wan.
MELETÎ
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê jî ji bo bîranîna qurbaniyan daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Girseyê ku li ber Ocaxa Tenduristiyê ya Ozalperê ya li navçeya Battalgaziyê hat cem hev, heta ber Abîdeya Aştiyê meşiya û li vir daxuyaniya çapemeniyê lidar xist. Li ser navê girseyê metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka SES’a Meletiyê Cansû Kaplan ve hate xwendin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî Komkujiya 10’ê Cotmehê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê ve li ber avahiya şaxa KESK’ê ya Colemêrgê hat şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta “Em 10’ê Cotmehê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin” hat vekirin. Endamên Partiya Elmanî a bi navê “Dîe Lînke” û endamên qada kedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê SES’ê yê Colemêrgê Remzî Ozer ve hate xwendin.
WAN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê ya Rêya Armûşê bi boneya 11’emîn Salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nekin” û “Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin” hate vekirin û dirûşma “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmûd Dîndar, endamên qada kedê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

