Înîsiyatîfa Gel a Bajarê Dêrikê bi dirûşma “Bi înîsiyatîfa aşitî û civaka demokratîk wê Komploya Navneteweyî û sîstema Îmraliyê têk biçe” çalakiyek li dar xist.
Çalakî, li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di berdewama çalakiyê de Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dêrikê Ciwan Hesen axivî.
Cıwan Hesen di axaftina xwe de Komploya Navneteweyî ku 28 sal di ser re derbas bûne, şermezar kir û got di wê rojê de nirxên mirovahiyê û îradeya gelê Kurd hedef hate girtin. Her wiha Hesen anî ziman ku dewletên dagirker projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo li ser berjewendiyên xwe xeterî dibînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rêber Apo ji bo azadiya gelan û edaletê têdikoşe û heyanî Rêbertî bi awayekî fîzîkî azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

