Ji tevgera jinê, siyasetê, akademî û qada çand û hunerê 8 kesayetên ku bi sernavê “Em bi hev re ne, li ser paşerojê diaxivin” di 21’ê Îlonê de li hev civiyan û diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya muzakere û siyaseta demokratîk ji bo demokrasiya Tirkiyeyê serdemeke nû ye.
Dayika Berkîn Elvan ê ku di dema Berxwedana Gezî de ji ber kapsula gazê di 15 salî de jiyana xwe ji dest da, Gulsum Elvan ji ANF’ê re qala wê yekê kir bê çima mohra xwe danî binê vê bangê û aştî ji bo jinan tê çi wateyê.
‘BILA DAYIKÊN DIN NEGIRÎN, BILA ZAROKÊN DIN NEYÊN KUŞTIN’
Gulsum Elvan qala sedema îmzekirina metnê kir û lêgerîna edaletê û rûnedana êşê ji bo malbateke din destnîşan kir. Gulsum Elvan got, “Sedema min a îmzekirina vê bangê diyar e. Ez dayikeke welê me ku dilê xwe şewitî ye, ewladê wê jê hatiye standin, li edaletê digere û ew edalet nedîtiye. Her wiha dayikeke welê me ku dema li edaletê digere, dema Berkîn bi bîr tîne timî dibêje, ‘Bila dayikên din negirî, bila zarokên din neyên kuştin’.”
‘EM Ê BI TÊKOŞÎNÊ AŞTIYÊ BÎNIN, JIN ÊDÎ ÎSYAN DIKIN’
Gulsum Elvan diyar kir ku weke dayikeke ku ewladê xwe ji dest daye, aştiya rasteqîn bi parastina jiyanê dibe û bal kişand ser tundî û kuştina li hemberî jinan: “Her roj jinek tê kuştin. Em li kolanan ewle nînin. Zewac çiqasî xwezayî be, cihêbûn jî ewqasî xwezayî ye. Lê belê tenêji ber vê sedemê, ji ber ku jin weke mal tê dîtin, tê kuştin. Jin tên ekuştin, xwezaya me tê qetilkirin, rojnamevanên ku li ser van nûçeyan çêdikin têne kuştin; Hakan Tosûn kuştin. Li dibistanan jî zarok hev dikujin êdî. Têkoşîna me li aliyê jiyanê ye, ne li aliyê mirinê ye. Divê aştî alîgirê jiyanê be.”
Di dewama axaftina xwe de Gulsum Elvan destnîşan kir ku divê jin di vê pêvajoyê de xwedî mafê gotineke çalak be û got, “Em ê bi aştiyê têkoşînê bînin. Ji ber ku jin êdî îsyan dikin. Aştiya rasteqîn bi rengekî demokratîk, bi jiyaneke xwişk û biratî li kargeh, kolan û malê, bi hilberîna bi hev re û karkirina bi hev re dibe.”
‘RÛBIRÛBÛN BI RABIRDÛYÊ BIBE EM Ê HINGÎ PAŞEROJÊ BIBÎNIN’
Guldum Elvan anî ziman ku ji bo pêkhatina aştiyeke mayinde pêwîstî bi rûbirûbûna bi rabirdûyê heye û got, “Eger rûbirûbûn bi kiryarên bê kirin, sûcên hatin kirin bêne qebûlkirin û li gel vê yekê edalet bi cih bê anîn, hingî tiştekî heqîqî dikare pêk were. Eger rûbirûbûn bi rabirdûyê bibe hingî em ê karibin paşerojê bibînin.”
‘LI GIRTÎGEHÊ MIROVÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE HENE, KIRYARA QEYÛM DEWAM DIKE’
Gulsum Elvan ragihand ku kiryarên li dijî ruhê pêvajoya aştiyê dewam dikin, işaret bi girtiyên siyasî kir û got, “Hîn jî qeyûm heye. Parêzerên min jî di nav de gelek kes girtî ne. Xwendekarê zanîngehê Taceddîn Erol Şahîn tenê ji ber ku Berkîn bi bîr anî li tîpa bîrê girtî ye û 163 roj in di greva birçîbûnê de ye.”

