Rayedarên Meksîkî roja Duşemê daxuyanî dan û diyar kirin ku bahoza Rachelê li bakurrojavayê welêt bû sedema mirina mirovan û xiwara. Hate ragihandin ku li herêma Ensenadayê zarokekî çar salî û du jinên 30 û 35 salî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ji ber lehiya bi bandora barana zêde rabû, kesekî jiyana xwe ji dest da.
Waliya eyaleta Baja Californiayê Marina del Pilar beriya niha raighandibû ku zarokeke 13 salî jiyana xwe ji dest da. Li eyaletê hîn jî ji 10 kesên winda bûn agahî ji 5 kesan nayê girtin. Hêzên ewlekariyê bi alîkariya helîkopteran li deverên cuda 32 kesên asîmayî rizgar kirin.
BAHOZE BANDOR LI PERAVÊN DYE’YÊ JÎ KIR
Rachel ku li seranserê peravê Pasîfîkê ber bi bakur ve diçe, bandor li Long Beach a li eyaleta Kaliforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî kir. Pêlên ji ber bahozê rabûn li hin avahiyan xistin.

