Li Girtîgeha Sîncanê, tehliyeya 2 girtiyan bi biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hat astengkirin. Tehliyeya girtî Zelîha Ustabaş a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, cara 5’emîn hat astengkirin.
Tehliyeya Zelîha Ustabaş ku ji 18’ê Tîrmeha 2024’an ve ji aliyê lijneyê ve 4 caran hatibû astengkirin, careke din ji bo 9 mehan hat dirêjkirin.
Dema tehliyeya Zelîha Ustabaş a ku 9 meh hat dirêjkirin, dê di 24’ê Tîrmeha 2027’an de biqede. Nirxandina rewşa tehliyeyê ya Zelîha Ustabaş jî weke 8’ê Tîrmeha 2027’an hat diyarkirin.
Tehliyeya Orhan Yakişir ê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind a Sîncanê tê ragirtin jî cara 3’yemîn hat taloqkirin. Tehliyeya Yakişir ku berê carekê 3 mehan, cara 2’yemîn jî 8 mehan hatibû astengkirin, vê carê ji bo 11 mehan hat taloqkirin. Lijne ji bo nirxandina tehliyeya Yakişir dê di 7’ê Îlona 2027’an de bicive.

