Meclîsên Malbatên Şehîdan ên bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê wê 26 gerîlayên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de şehîd bûn bi bîr bînin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve hate dayin; li Qamişloyê ji bo 20 şehîdan li Amûdê ji bo 2 şehîdan, li Tirbespiyê ji bo 3 şehîdan û li Til Hemîsê jî wê ji bo şehîdekî merasîm bê lidarxistin.
Bîranîna li Qamişloyê wê sibe saet di 10:00 de li Stadyûma Heysem Kiço destpê bike.
Meclîsê bang li gelê herêma Cizîrê kir ku beşdarî merasîmê bibe.

