Şemî, 28 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama girtiyên Apoyî ji bo 48’emîn salvegera damezrandina PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 48’emîn a damezrandina PKK’ê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 11’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Birêz Ocalan peyamek ji Ozgur Ozel re şand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mihabadê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê em ê bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê gerîla ve bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Mazlûm bû berxwedana gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gelê Kurd êdî dixwaze gaveke şênber bibîne û got, "Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya ku Birêz Ocalan koordînatorê wê be divê bi lez dest bi kar bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna heftane ya koma partiya xwe de ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari bi silavkirina Dayikên Aştiyê dest bi axaftina xwe kir û ji ber windahiyên li Yemen û Erebistana Siûdî sersaxî ji herdu gelan re xwest.

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, “Qanûna çarçoveyê derket lê wê kengî bi cih bê anîn, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe? Ev pirs ji pirsên sereke yên civakê ne. Divê di çarçoveya berpirsyariyên xwe de em bersivê bidin van pirsan. Binihêrin Rêveberiya Tevgerê 8’ê Cotmehê ragihand ku hêzên xwe yên li nava Tirkiyeyê û herêmên nêzî sînor vekişandiye û navê herêman da. Ev yek gaveke dîrokî ye û rûpeleke nû ye. Aştî bi bicihanîna berpirsyariyên aliyan pêk tê. Berpirsyariyen desthilatdarî û dewletê ji sozên bêdem re nabe bê hiştin. Doh jî Alîkarê Serokkomar Birêz Cevdet Yilmaz hin daxuyanî da û got, ‘Ji bo bicihanîna qanûna çarçoveyê divê li benda civîna MGK a asayî bisekinin’. Li gorî me ji bo avêtina gavan pêwîstî bi bendemayina li civîna MGK a asayî nîne.”

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ne tenê gelê Kurd, temamiya civakê êdî dixwaze ku gavên şênber bibîne û got, “Em zanin ku ji bo karên bi xêr divê mirov bilezînin. Girêdayî Koordînasyona Şopandinê û Desteya Bicihanînê wê çar komîsyonên jêrîn bihatina avakirin. Divê ev tavilê bêne avakirin, ne tenê bêne avakirin, gelekî girîng e ku dest bi kar bike.

Hevseroka Giştî  ya DEM Partiyê ragihand ku Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya ku Rêber Apo koordînatoriyê jê re bike divê bi lez dest bi kar bike û got, “Gotina Birêz Bahçelî girîng e ku gotibû, ‘Koordînatoriya siyasîbûnê mafê kesê li Îmraliyê ye’. Yek ji karên herî girîng ên ku pêvajoyê bi pêş ve bibe, avakirina mercê teknîkî,  hiqûqî û siyasî ye ku Desteya Aştî û Siyasîbûnê bixebite. Ji ber vê jî divê Birêz  Ocalan bi lez bibe xwedî mercên azad ên jiyanê û karkirinê. Ez li vê derê li pêşberî we careke din silav û hezkirinên xwe ji Îmraliyê re dişînim.”

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser lawaziya rêveçûna pêvajoyê kir û got, “Binihêrin li Tirkiyeyê du sal in ne cenazeyê leşkerekî ne jî yê gerîlayekî hat. Ev yek tiştekî welê ye ku weke civak em pê gelekî kêfxweş in û destketiya Tirkiyeyê ye. Herî zêde dayika gerîla, dayika leşker bi qîmetê vê zane. Divê em 86 milyon mnirovên vî welatî bi qîmeta vê zanibin.

Aştî bêyî demokrasiyê nabe. Têkoşîneke girseyî  ya hevpar ku aştî û demokrasiyê ji hev cuda nake, wê hem li vê xakê aştiyê ava bike hem jî demokrasiyê biafirîne. Em ji vê derê dibêjin; em ê bi yekbûnê bi ser bikevin, bi piştevaniyê bi ser bikevin, bi hev re bi ser bikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye
Nûçeya Pişt re Şandeya DEM Partiyê serdana Kobanê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Xezeyê hejmara miriyan nêzî 34 hezarê bû

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xan Yûnisê di êrîşa Îsraîlê de herî kêm 40 kes mirin

Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku li herêma alîkariya mirovî ya el Mevassî ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mihabadê du Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê di navbera hêzên Şamê û Parêzvanên Nîştîmanî de pevçûn derket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarên Rojava, salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?