Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Mêrdînê (TUHAY-DER) bi dirûşma “Azadî ji girtiyan re, hêvî ji aştiyê re” li ber Edliyeya li Mêrdînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî li gel şêniyên herêmê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevseroka TUHAY-DER Mêrdînê Ayşe Bozan daxuyanî da û got, ew li bendê ne ku girtiyên siyasî azad bibin, tevlî jiyana demokratîk bibin û di nava mercên azad de tevkariyê li pêvajoyê bikin.
Ayşe Bozan anî ziman ku girtiyên cezayê li wan hatiye birîn hîn jî nayên berdan û got, mexdûriyeta girtiyên siyasî hîn jî dewam dike. Ayşe Bozan destnîşan kir ku dayik û malbat li bendê ne ku di vê pêvajoyê de deriyên girtîgehan bêne vekirin.
Ayşe Bozan xwest, girtî hemû azad bibin û got, “Bi rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê, divê gavê nşênber ên pêşî li aştiyê vekin, tavilê bêne avêtin.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

