Ji fermandarên leşkerî yên payebilind ên NATO’yê generalê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Alexus Grynkewich ji kovara Der Spiegel a Elman re axivî û îdîa kir ku kapasîteya leşkerî ya tifaqê ji kapasîteya Rûsyayê gelekî zêdetir e.
Grynkewich got, “Di şerekî berfireh ê mezin de kapasîteya me ya leşkerî ya ku em dikarin bicih bikin, ji kapasîteya Moskowê gelekî zêdetir e.” Her wiha anî ziman ku Rûsya xwedî balafirê şer ên F-35 û keştiyên binê avê yên modern nîne ku di destê NATO’yê de hene.
‘NE LI BENDÊ ME KU RÛSYA ÊRIŞEKE BERFIREH BIBE SER EWROPAYÊ’
Grynkewich diyar kir ku ew bawer dike, Rûsya wê li hemberî Ewropayê êrişeke berfireh a konvansiyonel nede destpêkirin. General îdîa kir ku Putin şerekî yekser naxwaze, li şûna wê berê xwe dide rêbazên weke sabotajê.
Ji bo pirsa “Gelo di navbera Rûsya û Rojava de halê hazir şerek diqewime yan na?” Grynkewich got, Putin hewl dide tirsê bixe nava raya giştî ya Rojava.

