Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin
Rojane

Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan got, di nava 2 salan de wan gelek gav avêtin û ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî. Hevpeyvîna Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:

 

Rastiya Bêrîtan heye. Yek ji wan naven e ku herî zêde li Kurdistanê tê bikaranîn. Salvegera 34’an e şehadeta wê ye. Gotina wê ya dawî ‘Bijî Serok Apo’ bû. Hûn dixwazin em bi vê şervana mezin dest bi bernameya xwe bikin.

Belê, di salvegera 34’emîn a şehadeta wê de hevrê Bêrîtan û di şexsê wê de şehîdên me yên têkoşîna azadiyê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Soza me dane wan a ji bo serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranîna wan dubare dikim. 34 sal demeke dirêj e. Beriya bi 34 salan rewşa Kurdistanê û rewşa niha gelekî cuda ne. Lê belê divê mirov beriya 34 salan rast fêhm bikin, baş zanibin bê rastiya Bêrîtan çi hînî me kir, çi ji me dixwaze.

Beriya wê hebû, di sala 1983’an de hewldanên hevrê Mehmet Karasûngûr hebûn. Ji bo pêşî li şerê navbera Kurdan bigire hewl da, lê belê nekarî pêşî lê bigire. Hevrê Bêrîtan jî piştî bi 10 salan di şerekî mezin ê bi heman rengî de bû milîtana sembol, bû şervana sembol û Şerê Başûr ê 1992’an bi rastiya Bêrîtan hate bîranîn.

Rêber Apo weke ‘Xeta Bêrîtan’ pênase kir; berxwedana li dijî nokerî û xiyanetê, berxwedana li dijî hevkarî, mêtingerî û tifaqa wan, teslîmnebûna li hemberî paşverûtî, feodalîzm û serweriya mêr. Ev gelekî girîng û bi wate bû. Bêguman beriya 34 salan ne mecbûr bû ku bi vî rengî bibe.

Nabe ku timî di nava Kurdan de şer hebe. Bandorên ku bûne sedem hebûn, hîn jî beşek ji wan heye. Bandorên navweyî hene, yên derve hene. Bi taybetî bandor û sedemên derve hîn bêhtir rê li ber şerê bi vî rengî vedikin. Lê belê sedemên navxweyî jî kêm nîne. Di vê çarçoveyê de di serdema heyî de ji rawesetandina şerê navxweyî wêdetir di nava Kurdan de hewldanek, lêgerînek, berpirsyariyek û hişmendiyeke girîng a ji bo avakirina yekîtiya demokratîk heye. Ji bo xeta Bêrîtan di serdema heyî de bikeve meriyetê, nuqteya herî girîng afirandina yekîtiya demokratîk a Kurdan e. Êdî her kes di vê de hemfikir e; divê çareserî ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin. Ji ber ku bi Kurdistanê sînordar namîne şer û nakokiyên vê pirsgirêkê. Bandorê li herêmê, li cîhanê dike. Bêguman yên ji vê kêfxweşin hene. Ji ber ku pirsgirêk ji ber xwe ve derneket holê. hin hêzan, hin hêzên berjewendiya hegemonîk ev yek afirandin.

Bi parçekirina Kurdistanê û înkarkirina Kurdan ji bo Kurdan ber bi şer ve dehf bidin ev pirsgirêk afirandin. Hin hêz hene ku hîn jî di vê de israr dikin. Lê belê ji aliyê bidawîkirinê ve lêgerîneke cidî heye.

Jê girîngtir di nava Kurdan de hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî êdî gelekî zêde ne. Ji bo vê jî yekîtiya demokratîk a Kurdan weke hêza herî girîng tê dîtin. Tê dîtin ku çareseriya pirsgirêkê beriya her tiştî ji çareserkirina şer û nakokiyên nava Kurdan, ji yekîtiya Kurdan derbas dibe. Bêguman dermanê vê jî demokrasî ye. Her ku zîhniyeta demokratîk û siyaseta demokratîk bi pêş ket, yekîtî jî ava dibe. Bêyî demokrasiyê yekîtî nabe.

Armanca bingehîn a ku hevrê Karasûngûr jî hevrê Bêrîtan jî di oxira wê de canê xwe dan û di wê astê de têkoşiyan, yekîtiya demokratîk a Kurdistanê bû. Ji vî alî ve lêgerînên yekîtiyê gelekî zêde ne. Herdu jî li Başûr qewimî. Di şerê navbera Kurdan de dîrokeke Başûr heye. Wê demê di avakirina yekîtiya demokratîk de cihekî girîng ê Başûr heye. Hingî gelekî girîng e ku li Başûr rewş, siyaset demokratîk bibe, rêveberî demokratîk bibe, Başûr bi demokratîkbûnê re demokrasiya li Kurdistanê bi pêş ve bibe, hêzê bide demokrasiya Iraqê û pêşengiyê jê re bike.

Rêber Apo vê dixwaze. Tevgera me vê dixwaze. Ji vî alî ve hewldaneke berfireh heye, ji aliyê afirandina yekîtiya demokratîk a Kurdan. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye ku 2 sal in dimeşe. Li gorî vê yekê divê êdî li Başûr jî qedexeya PKK’ê bi dawî bibe. Divê xeta PKK’ê karibe xwe bi rêxistinb ike, alîgirên PKK’ê karibin rêxistina xwe ava bikin, siyasetê bikin, karibin bibin rêveber. Rêber Apo li her derê entegrasyona demokratîk a di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke stratejiya bingehîn afifrand. Ev entegasyona demokratîk beriya her derê divê li Başûrê Kurdistanê bi cih were anîn.

Hem siyaset divê demokratîk bibe, hem rêveberî demokratîk bibe, hem jî yekîtî bê afirandin. Divê alîgirên PKK’ê jî bi rengekî çalak beşdarî vê bibin. Girîng e pêşî li vê bê vekirin.

Ya ku em hewl didin û divê bibe jî teqez ev e. Bi vî rengî bibe hingî ev rewş wê xizmetê li pêşketina civakî ya li Başûr bike, Başûr hîn bêhtir xurt bike. Wê hemû tevger, rêxistin beşdarî sîstema li Başûr bibe, xwedî lê derkeve. Rewşeke bi vî rengî wê xizmeteke mezin ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Bakur jî bike. Rêya herî girîng a xwedîkirin û piştgiriya wê ji Başûr, entegrasyona demokratîk e, bicihanîna vê bi xurtî li Başûr e.

‘BI DEWLETÊ RE GOTIN HEYE, LÊ PRATÎK NÎNE’

Em digihêjin dawiya meha Cotmehê. Beriya bi 2 sallan di 22’ê Cotmeha 2024’an de Devlet Bahçelî bang kiribû. Piştî bi rojekê 23’ê Cotmeha 2024’an Rêber Apo di hevdîtina bi Omer Ocalan re bersiv dabû vê bangê. Hûn van 2 salan çawa dinirxînin?

Beriya her tiştî mîmarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Bi rastî jî îradeyeke mezin afirand. Hişmendî ava kir, rê û rêbazên çareseriyê danî holê. Di atmosfereke welê de ku kes ne li bendê bû jinûve hêvî da her kesî, pêvajoyeke siyasî da destpêkirin ku her kes xist nava kelecanê. Di vir de çiqasî spasiya wî bê kirin kêm e. Hinek bi şêweyên cuda li gorî xwe dinirxînin. Yên rexne dikin jî hene, hinek hene sûcdar jî dikin. Sînorê zêdegaviyê ji vî alî ve nîne. Halbûkî ji aliyê îrade, rê û rêbazên çareseriyê yên 2 salên dawî ve her kes minetdarê Rêber Apo ye. Belê, tiştên destpêkê di 22 û 23’ê Cotmeha 2024’an de pêk hatin. Rêber Apo di 23’ê Cotmehê de bersiv da banga Devlet Bahçelî. 2 sal in ev dem dewam dike. Pêvajoyek ji 2 salan derbas bû. Divê nirxandineke giştî bê kirin. Em hêvîdar in wê her kes bike. Di rewşên bi vî rengî de tevgera me, rêveberiya me timî nirxandinan dike. Raya giştî ji xwe bi têrkerî tê agahdarkirin.

Bi kurtasî em dikarin çi bibêjin ji bo 2 salên derbasbûyî? Gelek derdor weke rêbaza parastina xwe ya li hemberî rexneyan vê dibêjin, şer sekinî, çek nayê bikaranîn, xwîn narije, mirov namirin, nîqaş têne kirin. Bi rastî jî divê ev bê gotin. Şer sekinî, ne tiştekî hêsan bû. Yên nedîtine, yên di dema şer de weke rantxur man qîmetê vê nizanin. Lê belê aliyên şer, civaka Tirkiyeyê, Kurd wate, qîmeta vê baş zane. Li aliyê din Tirkiye diaxive, nîqaş dike. Cîhan, derdorên cuda rewşa li Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê nîqaş dikin. Li her qadê civîn, konfeans, kongre têne lidarxistin. Lêgerînek heye, zindîbûnek derket holê. Rewşa xitimandî ya ji ber şer derketibû holê ji holê rabû. Hem têkoşîneke pir alî heye, hem nîqaşeke mezin heye, lêgerînek heye. Divê ev girîng bê dîtin.

Ji vê wêdetir diviyabû pêşketin hebûya? Bêguman. Dikarîbû hebûya. Kes nikare bibêje nikarîbû çêbibûya. Em nikarin bibêjin ku tenê ev dikarîbû bibûya. Lê belê rast nîne ku ya bûye jî biçûk bê dîtin. Divê girîng bê dîtin. Şaşitî hebe divê bê sererastkirin. Kêmasî hebe divê bê çareserkirin. Nêzîkatiya rast, helwesta rast ev e. Divê tevkarî lê bê kirin. Rast nîne ku mirov tiştekî neke, qet tevlî nebe û piştre ji derve bi ser de biçe. Divê nêzîkatiyên bi vî rengî nebe. Weke tevger di nava du salan de tiştên ku qet nedihat bîra me, me kir. Çawa? Berê jî me agirbest ragihandibû, pêvajoyên çareseriyê ketibûn rojevê. Daneheviyeke me jî hebû. Lê belê avêtina gavan di vê astê de, wergirtina biryaran di vê astê de ji bilî Rêber Apo kesî nikarîbû bikira. Lê belê ev gav tenê di asta Rêbertî de dikarîbû bihata avêtin. Ji xwe Rêber Apo avêt. Çi bû? Destpêkê 27’ê Sibata 2025’an Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate weşandin. Kesî ev yek weke manîfestoyekê pênase kir. Jê re Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk hate gotin. Ji xwe Rêber Apo ev yek veguherand manîfestoyekê. Veguheran Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk. Kir pirtûkeke berfireh. Vê yekê pêşî li her tiştî vekir. Pêşî li van pêşketinan hemûyan vekir. Weke tevger, weke gel ji bo fêhmkirina vê bangê, ji bo fêhmkirina daxwaza Rêber Apo û berpirsyariyên xwe, di pêvajoya derbasbûyî de me gelekî hewl dan. Di 1’ê Adara 2025’an de me agirbest ragihand. Şer sekinand. Ji bo nîqaşên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna siyasî bi pêş bikeve me pêşî vekir. Piştre jî Kongreya 12’emîn a PKK’ê kom kir. Li ser bingeha Banga Aştî û Civaka Demokratîk me biryarên girîng wergirt ku dawî li Stratejiya Têkoşîna Çekdarî bînin, li ser vê bingehê hebûna rêxistinî ya PKK’ê hate fesixkirin. Bêguman me bicihanîna van biryaran jî bi wê yekê ve girê dan ku Rêber Apo bi rê ve bibe, bibe xwedî mercên azad ên jiyan û karkirinê.

Ji ber ku Rêber Apo ji aliyê fikrî ve avêtina gavên bi vî rengî afirand. Rêber Apo ev biryar da û xwest. Bicihanîna wan jî tenê ji aliyê Rêber Apo ve dikarîbû bihata kirin.

Tenê pêşengî û hewldana Rêber Apo dikarîbû tevgerê, kadroyan, şervanan û civakê ji aliyê bicihanîna van biryaran ve qanih bike. Lewma biryarên Kongreya 12’emîn dîrokî bûn. Her kesî ev silav kir. Piştre jî ji bo nîşan bidin ku em bi biryar in ku van biryaran bi cih bînin, di 11’ê Tîrmehê de 30 hevrêyên me çalakiya şewitandina çekan lidar xistin. Ev yek helwestek bû. Ji bo pêşvebirina pêvajoyê û bicihanîna biryarên me yên Kongreya 12’emîn bû. Helwesteke gelekî girîng bû. Piştre jî ji qadên ku rîska şer lê hebû ji bo kêmkirina wê rîskê me tedbîr wergirt. Li Bakur hêzên ku rîska şer hebû vekişand. Me ev hemû di sala 2025’an de pêk anîn. Di sala 2025’an de jî ev gavên pratîkî dewam kir û vaye herî dawî Rêveberiya Tevgera me jî daxuyanî da. Hevrêyên cuda jî daxuyanî dan çapemeniyê, nrixandin kirin, agahî dan. Me hêzên xwe yên çekdar ên li nava sînorên Tirkiyeyê hemû vekişand. Her wiha li derveyî sînor jî li cihên ku dikarin rîska şer bi xwe re bîne me hêzên xwe vekişand. Ne li ser sînor ne jî li nava Tirkiyeyê hêza gerîla ya çekdar a li ser ewlekariya Tirkiyeyê bibe gefek, nema. Lewma êdî gefek li ser Tirkiyeyê nîne. Ev yek gihîştiye vê astê. Gavên bi vî rengî hatin avêtin. Pirsgirêk di vê çarçoveyê de gihîştiye çareseriyê. Gelek hevalan jî bal kişandin ser; êdî ji vê wêdetir ji bo em karibin gavan biavêjin, ji bo karibin biryarên xwe bi cih bînin divê mercên guncaw bêne afirandin. Ev merc çi ne? Beriya her tiştî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Mîmar û afirînerê vê pêvajoyê, yekane hêza ku karibe pêvajoyê bi ser bixîne. Lewma ji bo azadiya wî ya fîzîkî divê gav werin avêtin. Sîstema Îmraliyê divê êdî ji holê bê rakirin. Li aliyê din divê pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin. Bingeheke hiqûqî bê danîn ku azadî û atmosfereke demokratîk biafirîne.

Gigrîng e qanûnên li gorî vê bêne derxistin. Ji bo biryarên PKK’ê bi cih bêne anîn divê zemîna hiqûqî û siyasî bê afirandin. Bendewariya me niha avêtina van gavan e. Gelo wê bê avêtin? Li aliyê hember, di vê pêvajoyê de çi bû? Dema ku mirov bala xwe bidin ser, nikarin helwest û sekneke bi dilxwazî ya weke me ya ji bo pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibîne. Daxuyaniyên erênî yên Devlet Bahçelî hebûn. Hate gotin ku ev yek polîtîkayeke dewletê ye. Hikumeta AKP’ê, Serokkomar jî ragihandin ku ew tevlî vê dibin, erê dikin. Li qada siyaseta demokratîk hin hevdîtin hatin kirin. Gava herî cidî jî avakirina Komîsyona Meclîsê bû. Komîsyonê kar kir, nîqaş kir. Komeke biçûk çû Îmraliyê û hevdîtin bi Rêber Apo re kir. Dawiya dawî raporek hate amadekirin û weşandin. Lê belê xalên vê raporê bi cih nehate anîn. Li benda bicihanînê ne. Ji bo rapor bi cih bê anîn hate gotin ku gavên qanûnî yên pêwîst têne avêtin. Di şeva 10’ê Tebaxê de qanûnek bi navê Qanûna Çarçoveyê bi dengê di asta rekorê de li Meclîsê hate qebûlkirin. Rêber Apo got qanûna notr. Ya rast hin nîqaş hebe jî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve ahte amadekirin û li Meclîsê hate qebûlkirin. Bi hêviya ku şer bisekinîne, pêşî li siyasetê veke û bibe wesîle ku gavên siyasî werin avêtin me girîng dît. Me erênî dît. Di vê çarçoveyê de Rêber Apo got, rêwîtiya ji hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike. Me got, dibe ku bibe gaveke destpêkê û ji bo ev bibe jî divê tiştên ku min beriya niha got, bêne kirin. Çi bû? Yek, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Divê bigihêje wan mercên azad ên karkirinê û jiyanê ku karibe pêşengiyê ji pêvajoyê re bike. Du, demokratîkkirina zemîna hiqûqî û siyasî. Li ser vê bingehê ji bo guherîna demokratîk, veguherîna demokratîk û demokratîkbûna komarê ya li Tirkiyeyê gav bêne avêtin.

Heta niha gaveke bi vî rengî nîne, me nedît. Ev tê gotin, hîn çek nehatiye danîn, lewma gav nayê avêtin. Çekdanînek li gorî dilê wan, li gorî daxwaza wan nabe. Ya rast ti çek nîne ku gefê li Tirkiyeyê bixwe. Nemaye.

Ji bo dema ji niha û pê ve ew gotin gotineke vala ye. Tenê tê wateya zextê, yan jî belavkirina pêvajoyê li demê, bicihneanîna wê. Çi bû? Dema ku me ev gav avêt û daxuyanî da, hinekî ketin binê zextê. Devlet Bahçelî careke din daxuyanî da. Anî ziman ku ew xwedî li pêvajoyê derdikeve, dilsozê gotinên xwe yên destpêkê ye, veger wê jê nebe, ew bi biryar in. Baş e.

Lê belê gotin heye, çalakî, pratîk nîne. Di daxuyaniya xwe ya destpêkê de jî ji bo Rêber Apo gotibû, bila bê li Meclîsê biaxive. Hatina li meclîsê li aliyekî, têkildarî statuya Rêber Apo hîn biryarek nehatiye wergirtin. Ne biryareke siyasî heye, ne jî biryareke hiqûqî heye. Gotibû, bila heta dawiyê sûdê ji mafê hêviyê werbigire. Dewleta Tirk qet qala mafê hêviyê na.e Nêzîkatiyek jî nîne. Lewma biryardariya wî baş e. Diyar e naxwaze pêvajoyê biqedînin. Ji ber ku pêwîstiya wan heye. Li berjewendiyên wan tê, lê belê gavên ji bo pêvajoyê girîng jî neavêjin. Siyasîkirineke di asteke zêde de heye. Ji vî alî ve; bi desthilatdariyê ve girê dide, bi siyaseta hilbijartinê ve girê dide. Xwe dispêre vê û siyaseteke navxweyî dimeşîne. Hewl dide ku dîzayneke nû bidin Tirkiyeyê. Vê yekê jî ji bo xurtkirina serweriya AKP’ê dikin. Her kes vê dibîne.

‘EM GELEKÎ BI BIRYAR IN, PÊVAJO PÊVAJOYA TÊKOŞÎNÊ YE’

Ji aliyê pêşvebirina pêvajoyê ve em bi biryar in. Ne ku ji ber hinek dixwaze, ji xwe me bi peymanê ranegihand. Pêwîstiya Kurdan bi vê heye. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi vê heye. Pêwîstiya mirovahiyê bi vê heye. Me ev dît, zanîbû û ji ber ku fêhm kir, me ev kir. Ji bo serketina wê, ji bo pêkhatina wê em xebitîn, em ê bixebitin. Me bang li derdorê pêwendîdar, derdorên civakî kir ku ji bo serketina pêvajoyê hîn bi berpirsyarî nêzîk bibin, xwedî li pêvajoyê derkevin û di vê çarçoveyê de hîn bêhtir têbikoşin. Ji ber ku pêvajo pêvajoya têkoşînê ye. Em bangên xwe nû dikin.

Bêguman eger têkoşîneke bi vî rengî bi xurtî hatibûya meşandin wê hîn bêhtir zext li desthilatdarî û dewletê bikira. Diyar e di wir de lawazî heye. Em niha naxwazin zêde tiştekî bibêjin.

‘BILA HESABÊ ŞAŞ NEKIN’

Lê belê em çawa bibêjin… Em hêvîdar in ku hesabên şaş nakin. Muxatabên me. Bila ji bo me nebêjin ku nikarin tiştekî din bikin, nikarin vî karî bi hêza xwe bimeşînin. Bila me welê nebînin ku em mecbûr in bi wan re kar bikin. Weke ku dîmenekî bi vî rengî li holê heye. Kêm zêde em fêhm dikin bê dixwazin çi bikin, çi plan dikin, li pey çi ne. Nêzîkatiyên xetere hene. Her tişt nixumandî nîne. Di vê çarçoveyê de dikarim bi zelalî vebêjim.

Wê demê, ji bo em karibin ji niha û pê ve ji vê wêdetir tiştekî bikin, divê mercên ku min gotine bi cih bêne anîn. Ji bilî vê yekê ji bilî karê xwe û têkoşîna xwe em nikarin tiştekî bikin. Rêya wê jî rêbaza wê jî yek; azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, du; avakirina zemîna hiqûqî û siyasî ye. Biryar hatin dayin, qanûn, komîsyon dihatin avakirin, wê bihatina xebitandin.

Diviyabû Desteya Aştî û Siyasîbûnê ya bi pêşengiya Rêber Apo bihata avakirin, bixebitiya. Diviyabû deriyên Îmraliyê bihatina vekirin. Çapemenî, akademîsyen wê biçûna Îmraliyê. Rêber Apo wê bibûya xwedî derfetên karkirinê. Li gorî berê guhertineke gelekî cidî nîne. Ne ku ti tişt nîne. Heyet diçin, heyeta DEM Partiyê carna hevdîtinan dike. Raporên wê jî li nava raya giştî nayê belavkirin, qedexe li ser hatiye danîn. Tişta hate gotin ti ji wan nehate kirin. Soz bi cih nehate anîn. Bang kirin, soz dan raya giştî. Ev yek bi cih nehate anîn. Belê li Îmraliyê berê tecrîdeke giran hebû, bi salan destûra hevdîtinê nedihate dayin. Em bibêjin hin hevdîtin dibe, heyetên cuda, ew jî li derdora DEM Partiyê mehê, carna jî du mehan carekê diçin hevdîtinê dikin, li gorî daxwaza dewletê. Ew rewş hîn ji holê nehatiye rakirin. Mînak qanûn derket, desteyên jêrîn hate avakirin, civîna desteya bilind pêk hat. Têkildarî karên desteyên jêrîn em ti tiştekî nabînin. Li Îmraliyê wê mercên karkirinê ji bo Rêber Apo bihatina afirandin, lê belê nebû. Pê ve girêdayî wê hin desteyên jêrîn bihatina avakirin. Ji ber ku desteya jorîn nîne nikare bê kirin. Xitimînek heye, ferzkirinek tê dîtin. Rabûne her dubare dikin; ‘Bila çekê dînin, çekê dînin’. Em di navenda şer de ne, di navenda şerê cîhanê d ene. Kî çi ji kê dixwaze? Bila her kes aqlê xwe bîne serê xwe. Ne pêwîste hin tişt bi zelalî bê gotin, divê mirov fêhm bike.

Lewma bila raya giştî ya Tirkiyeyê, cîhan hemû bi vê zanibe; ti gefeke gerîlayên PKK’ê li ser ewlekariya Tirkiyeyê nîne. Herî kêm bi 60 kîlometreyî dûrî sînor e. Ti rîska şer nîne.

Wê demê kar qediya ye. Ji bo ji vê wêdetir bê kirin, divê Tirkiye xwe bigihîne demokratîkbûnekê ku PKK’ê jî dixe nava xwe. Welat berfireh nabe, demokratîk nabe. Nikare Kurdan vehewîne, statuyeke qanûnî nade, nikare qala pirsgirêka Kurd bike, nikare qala nasnameya Kurd jî bike. Hîn ne amade ye ku PKK’ê vehewîne. Ev yek bi van qanûnan nabe. Bi vê siyasetê nabe. Eger bi vî rengî bibûya ji xwe ewqasî dernediket derveyî Tirkiyeyê. Ewqasî dernediket serê çiyê. Weke ku tiştek nebûye tişta berê disekine, tê xwestin ku di nav de bê tinekirin, bê helandin. Ev yek israra li ser înkar û îmhayê ye. Em hêvîdar in wê dest ji vê berdin.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn

Ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Riza Altûn di salvegera şehadeta xwe de li mala xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Bernameya 8’ê Adarê ya Londonê: ‘Rojava warê jinên azad e; em ê biparêzin!’

Meclisa Jinan a Jiyan ji bo 8’ê Adarê bernameyek berfireh ku tê de pêşandana fîlman,…

Ji aliyê Stêrk TV

Akbay: Wezîfeya bingehîn a ciwanan ew e ku paradîgmaya nû ji civakê re ragihîne

Îbrahîm Akbay ê ji DEM Partiyê anî ziman ku Konfederalîzma Demokratîk û xeta komînalîzmê "lêgerîneke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li hin herêmên Fransayê wê qedexeya derketina derve pêk bên

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?