Komeke koçberên Girê Spî yên ku hewil dan vegerin malên xwe dema gihîştin bajar rastî êrîşan hatin.
Ev kom bêyî koordîneya bi Komîteya Koçberên Girê Spî re berê xwe danbûn malên xwe.
Hat ragihandin ku ew kom bi armanca vegera malên xwe li ser vexwendina Gerînendetiya Herêma Girê Spî berê xwe dane avahiya gerînendetiyê, lê ew rastî êrişan hatin, êrişkaran êrişî seyareyan kirin û ew seyare talan kirin.

