Nerazîbûnên li hember êrîşên li ser nirxan û koçberên Girê Spî zêde dibin. Gaziyan kiryarên xerakirinê, êrîşên li dijî wêneyên şehîdên jin, sembolên Kurdan û her wiha êrîşên li ser malbatên vedigerin malên xwe yên li Girê Spî, bi tundî şermezar kirin.
Ji gaziyan Cuneyt Necmedîn (Ebû Cûdî) nerazîbûna xwe ya li hember êrîşan anî ziman û got, “Em êrîş û heqaretên li ser xelkê me bi tundî şermezar dikin. Çi dibe bila bibe em ê qet dest ji warê xwe û heqê xwe bernedin.”
Cuneyt Necmedîn anî ziman ku ti ferq û cudahiyê naxin navbera Kurd, Ereb û Suryaniyan û got, “Em ê timî piştgiriya gelê xwe bikin. Em ji gelên me re selametî, xêrê û serketinê dixwazin.”
Behzed Xelef jî êrîş şermezar kir û got, “Em Kurd, Ereb û Suryan weke xwişk û bira ne. Ev kesên êrîşkar ji aliyê hêzên derve ve tên organîzekirin. Xelkê me yên ji ber şer koçber bûye dixwest vegerin warê xwe. Lê wan êrîşkaran rêya wan girtin, wesayîtên wan şewitandin. Di milê madî û manewî de ew gelekî êşandin. Em wan êrîşan şermezar dikin û qebûl nakin.”

