Di dema desthilatdariya AKP’ê de zextên li ser çapemeniya mûxalîf, bi taybetî di van her du salên dawî de zêde bûne. Desthilatdarî li dijî saziyên çapemeniyê yên ku wan wekî mûxalîf dibîne, dest bi bikaranîna rêbazên cuda yên zextê kir.
Malpera nûçeyan a herî zêde tê xwendin a Tirkiyeyê T24 û hesabên wê yên medyaya civakî hatin astengkirin. Qeyûm li Halk TV’yê hat tayînkirin; malperên nûçeyan û hesabên medyaya civakî yên çapemeniya Kurd ên wekî Ajansa Mezopotamyayê, Jinnews û Yenî Yaşamê jî bi berdewamî rastî astengiyên gihîştinê tên.
Li gorî daniyên Îlonê yên Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê (DFG), di warê înternet û medyaya dîjîtal de gihîştina ji bo 3 hezar û 492 naverokan hat astengkirin. Di heman demê de li ser 15 malperên nûçeyan astengî hatin danîn û 4 malper jî hatin girtin.
Nûnerê T24’ê rojnamevan Gokçer Tahîncîoglû sedemên zextên li ser çapemeniyê û bandorên wan ên li ser rojnamevaniyê nirxand.
‘DESTHILATEKE KU PIRANIYA ÇÎROKA XWE WENDA KIRIYE, HEYE’
Tahîncîoglû diyar kir ku desthilatdarî çîroka xwe bi piranî wenda kiriye û bal kişand ser wê yekê ku zextên li ser çapemeniyê mirov nikare tenê bi sedemekê ve girê bide û wiha axivî: “Li gorî min sedemeke wê ya tenê nîne. Dema hûn li herikîna siyasetê dinêrin, hûn dibînin ku mûxalefetekî belavbûyî û perçebûyî heye. Mûxalefetekî din heye ku li pêşiya siyasetkirina wê astengî çêdike û avahiyeke din a mûxalefetê heye ku di hilbijartinê de dê çawa helwestê bigire nediyar e.
Heke hûn ji aliyê desthilata ku çîroka xwe bi piranî wenda kiriye û zehmetiyên aborî di asta herî bilind de dijî ve li vê meseleyê binêrin, hûn dikarin vê avahiya mûxalefetê jî fêm bikin. Ne şaş e ku mirov bibêje zextên li ser çapemeniyê jî wekî berdewamiya vê avahiya perçebûyî zêde bûne. Îro em di jîngeheke wisa de ne ku li gorî hilbijartina sala 2023’yan jî em zextê di asteke bilindtir de hîs dikin. Medya jî ne ji derveyî vê yekê ye, berevajî vê di xeta herî pêş û xuya de ye.”
‘EV DESTPÊKEK E’
Tahîncîoglû bal kişand ser astengiya gihîştinê ya li ser T24’ê û diyar kir ku ev biryar ji bo medyaya serbixwe wekî destpêkekê ye û wiha dewam kir:“Dibe ku di nav ewqas qewimandinan de mirov bibêje ev israra li ser T24’ê bi taybetî ye, ev ne pir rast be. Lê belê, astengkirina gihîştinê ya tevahî li yek ji malperên nûçeyan ên serbixwe yên herî girîng ên Tirkiyeyê, bi hincetên neqanûnî û şaş, nayê fêmkirin û qebûlkirin. Ev biryar ji bo çapemeniya serbixwe zengileke hişyariyê ye.”
Tahîncîoglû anî ziman ku desthilatdarî bi rêka zextan zêdetirî ji sedî 95’ê medyaya Tirkiyeyê li bin kontrola derdorên nêzî xwe hiştiye û destnîşan kir ku mafê agahidariyê jî gav bi gav tê sînordarkirin.
Tahîncîoglû got: “Heta duh me digot ku ji sedî 95’ê medyayê di bin kontrola derdorên nêzî desthilatdariyê de ye. Ev medya jî, li şûna ku desthilatdariyê rexne bike, bi dilxwazî dixebitî da ku kiryarên wê yên li ber nîqaşan vedike, rewa nîşan bide. Îro ev sînor hîn biçûktir bû. Ev yek di heman demê de nîşan dide ku mirov ji nûçeyan bêpar in û ji bo gihîştina nûçeyan divê hewldaneke taybet bidin.”
‘CUDAKARÎ KÛR IN Û NE TENÊ MESELEYA ROJA ÎRO NE’
Tahîncîoglû awayê nêzîkbûna aliyên cuda ji bo zextên li ser çapemeniya Kurd jî nirxand û diyar kir ku helwesta di vî warî de nehatiye guhertin. Tahîncîoglû got: “Ez bawer nakim ku ev tablo guhertibe. Kesên ku zextan rexne dikin dîsa rexne dikin, kesên ku wan mafdar dibînin jî bi dengekî bilind an jî bi bêdengiyê heman tiştî dubare dikin. Ji bo hin derdoran dibe ku bê gotin ‘Binêrin, ev tişt hat serê we jî’, lê em dikarin bibêjin ku dîsa heman derdor tenê tiştê ku tê serê wan wekî meselayekî dibînin. Mixabin ev cudakarî pir kûr in û ne tenê meselaya roja îro ne.”
Tahîncîoglû bal kişand ser wê yekê ku zextên li ser çapemeniya Kurd ji aliyê hin derdoran ve mafdar tên dîtin û wiha domand: “Piraniya van çalakiyan mafdar tên dîtin. Di demeke ku ji bo aştiyê tê xebitandin de, divê ku her kes li ser van mijaran jî bifikire. Lê belê cudakarî û hînbûnên kûr hene. Dev ji van helwestan berdan û bi çavekî din li van mijaran mêzekirin, ne hêsan e. Lê belê heta ku hev fêmkirin çênebe, îhtîmala ku ev pêvajo bi ser bikevin jî gelekî kêm e.”
‘MESELA JI HÊZA RÊXISTINÊN PÎŞEYÎ MEZINTIR E’
Tahîncîoglû behsa helwesta rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê û sendîkayan jî kir û got ku divê rêxistinên pîşeyî vê mijarê bigirin dest. Gokçer Tahîncîoglû bi van gotinan dawî li axiftina xwe anî: “Divê mirov ji her alî ve li rêxistinên pîşeyî wisa yekreng nenêre. Lê belê ya ku em fêm dikin, hêz û bandora rêxistinên pîşeyî yên ku karê xwe bi awayekî rast dikin jî, sînorkirî ne. Di hewirdoreke ku piraniya medya di vê avahiyê de ye, hûn nikarin hêvî bikin ku hêz û bandor mezin be.
Di vî warî de ez difikirim ku neheqî li hin rêxistinên pîşeyî tê kirin. Di vê xalê de kar heta astekê dikeve ser milê raya giştî û siyasetê. Di demeke ku rojnamevan ji aliyê hejmar û qadê ve ewqas kêm bûne, rojnamevanî ewqas hatiye tengkirin, rexnekirina wan kesên ku ji bo kar bixebitin li gorî min ne adil e. Mixabin mesele ji hêz û bandora rêxistinên pîşeyî gelekî mezintir e.”

