“Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ya Sedsala Duyemîn” ku ji aliyê gelek bangawêzên ji bajarên cuda yên Deryaya Reş ve hat organîzekirin, li Samsunê pêk hat. Gelek welatiyên ji Çorum, Artvîn, Rîze, Trabzon, Gîresun û Orduyê, kedkarên cemaweriyê yên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin, komeleyên hawîrdorê û rêxistinên jinan jî beşdarî konferansê bûn. Şaredarê Findikliyê Ercument Şahîn Çervatoglu û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş ve axaftin hat kirin. Di 2 rûniştinan de li ser zemîn û derfetên yekîtiya têkoşîna aştî û demokrasiyê axaftin hatin kirin.
Ercument Şahîn Çervatoglu wiha axivî: “Em komarek demokratîk dixwazin. Divê em hemû bi hev re ji bo komara demokratîk li kolanan têbikoşin. Li dijî zîhniyeta yekperest, divê em komara demokratîk ava bikin. Li dijî têgihiştina yek ol, yek ziman û yek netewe ya zîhniyeta yekperest, li vê erdnîgariyê pêwîstiya me bi pirdengiyê heye. Aştiya herî xirab ji şer çêtir e. Heke Laz mafê Kurd, yê bawermend mafê yê bêbawer biparêze, ancax wê demê em dikarin qala demokrasiyê bikin.”
Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û ev tişt anîn ziman: “Hebûna Kurdan hat tinehesibandin, ziman û çanda gelên qedîm ên Deryaya Reş û mîrateya Rûman bi asîmîlasyonê hatin tepisandin. Dîroka sed salî bi darbeyên leşkerî, rêveberiya awarte, darbeyên qeyûman û polîtîkaya înkarê ya kûrkirî hat hûnandin. Têkoşîna me ji bo rakirina vê îpoteka li ser vîna gel e. Em pergaleke ku gotina gel tê de derbas nabe qebûl nakin. Em komareke ku gel bi rêxistinbûnê paşeroja xwe diyar bike dixwazin.
Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Aştî peymana jiyana bi vîna xwe ya li ser bingehek wekhev a civakê ye. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd meseleya me hemûyan e. Ji bo avakirina aştî û demokrasiyê, peywirên girîng dikevin ser milê her kesî. Divê em bi xwe bawer bin, kes aştiyê nade me, maf û azadiyên me nade me. Divê civak li kêlekê nesekine, bibe kirdeya çalak a pêvajoyê. Em ê paşeroja welat di destê komek zordest de bernedin.”
Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin di rûniştina yekem a konferansê ya bi sernavê “Ji bo em bikaribin bêjin komara me hemûyan e” de axivî û got, “Dema em li xalên Destûra Bingehîn a 1921’an dinêrin rêveberiyên xwecihî esas in, xweser in û dikarin tedbîrên parastina xwe bigirin. Di serî de polîtîkaya perwerdeyê, di gelek qadan de bi eşkereyî diyar dikir ku rêveberên hilbijartî yên xwecihî wê diyarker bin. Dema em 100 sal şûnde derfetên komara demokratîk nîqaş dikin, em xwedî belge û delîl in ku me ev 103 sal berê bi vîna xwe pêk aniye. Mirov nikare bibêje ku me mafên xwe yên ji 1920’an vir ve hatine, bi pêş ve birine. Em neçar in piştî 100 sal şûnde ji cihekî ku sedsala me ya 200’emîn ava dike lê binêrin.”
Femînîst Hulya Osmanagaoglu jî got, “Heke em qala avakirina komara demokratîk dikin, divê kirdeyên têkoşîna femînîst, têkoşîna jina azad rasterast jin bin. Divê em di asta têkoşîna çînî û têkoşîna neteweyî de wekî kirdeyên wekhev bên qebûlkirin. Divê em ji xala ku bibin sernavek jêrîn a rêxistinên tevlîhev wêdetir biçin. Di heyama Peymana Stenbolê de tevgera femînîst daket qadan, barîkat hilweşandin. Lê me nekarî dengê têkoşîna femînîst di nav çîna karkeran de bibihîzin. Jin wekî tevgerek civakî pêkhateya wekhev a hemû têkoşînên azadiyê ye.”
‘ZEMÎNÊN HEVPAR ÊN TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ’
Rûniştina duyem a konferansê bi sernavê “Zemînên hevpar ên têkoşîna demokrasî û aştiyê” hat lidarxistin. Di vê rûniştinê de Berdevkê Platforma Hawîrdorê ya Samsunê Adnan Korkmaz, nivîskar Ayşegul Devecîoglu û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy axivîn.
Pêşî Oya Ersoy axivî û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoya ku em tê re derbas dibin de, em ê an lê temaşe bikin an jî em ê bi xwe diyar bikin. Heke em temaşe bikin, em nikarin li wir berjewendiya gelan hêvî bikin. Pêwîst e qanûna çarçoveyî bi qanûnên demokratîk were xurtkirin.”
Berdevkê Platforma Hawîrdorê ya Samsunê Adnan Korkmaz jî got, “Xak, hewa û ava herêman tê qirêjkirin. Bi qanûna îstimlaqkirina lezgîn a ji bo maden, petrol û xetên veguhastina enerjiyê ve qanûna bêmilkhiştin û dagirkeriyê heye. Di xeta ji Amasya û Samsunê heta Kocaeliyê dirêj dibe di 8 bajaran de heke tiştekî herî piçûk bê dîtin, em ê hemû ji cihên xwe werin tunekirin. Dema ku çek têne çêkirin jîngeh tê qirêjkirin. Çekên kîmyayî yên ku ji madenan tên bidestxistin, zirarê didin mirovên li herêmê, ekosîstemê tine dikin. Aliyekî din ê şer jî ev e, dema ku bajarên di şer de hatine wêrankirin ji nû ve têne çêkirin, dîsa xweza tê qetilkirin. Pêşveçûna piştî şer jî pirsgirêkek jîngehê ye. Qirkirina xwezayê di heman demê de wêrankirina civakî ye. Ev ne guherîna avhewayê ye, krîza avhewayê ye.”
Nivîskar Ayşegul Devecîoglu herî dawî axivî û got,: “Mîna ku şer li derveyî welatê me ye. Min dengê bombeyê yekem car li Amedê bihîst. Min li Cizîrê malên ku şer hilweşandine dît. Şer ne pir dûrî me ye, li welatê me tê jiyîn. Em zexta herî mezin a dîroka Tirkiyeyê dijîn. Em nizanin berxwedana li dijî faşîzmê û têkoşîna aştiyê bikin yek. Dema ku aştî çêbe jî mîsogeriya ku çavkaniyên giştî ji bo gel werin xerckirin tineye. Ji bo vê yekê jî divê têkoşîn were dayîn. Ji bilî têkoşînê rê û rêbazek din tine ye.”

