Ji bo şervanê YPG’ê Îdrîs Umît (Munzur Xelîl) ê ku li Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşeke sala 2016’an de tevlî karwanê şehîdan bû, li Taxa Yenîpazar a navçeya Akdenîz a Mersîmê merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Şaxa Mersînê ya MEBYA-DER’ê seredana merasîmê kir, li pêşiya bînaya komeleyê civiya û heya cihê merasîmê meşiya. Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê û gelek welatî beşdarî meşê bûn. Di tevahiya meşê de welatiyan dirûşmeya ‘’Şehîd Namirin’’ berz kir.
Gel li qada merasîmê li gel dirûşmeya ‘’Şehîd Namirin’’ hate pêşwazîkirin û wêneyên şervanê YPG’ê Şehîd Îdrîs Umît Rêber Apo hatin vekirin. Di bernameya bibîranînê de merasîma rêzgirtinê hate lidarxistin û dia hatin kirin.

