Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi boneya salvegera operasyona 4’ê Mijdara 2016’an a li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber kampusa Girtîgeha Sîncanê sdaxuyanî da. Ji bilî nûnerên DEM Partiyê, Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren û nûnerên SYKP û EMEP’ê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ku di daxuyaniyê de axivî bi lêv kir ku darbeya 4’ê Mijdarê nîşan daye ku siyaset çawa tê hedefgirtin û wiha axivî: “Hem li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd astengiyeke mezin bû û hem jî ji mafê xwe îfadekirinê re darbeyek bû. Di serî de Hevserokên me yên giştî Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş û hevalên me yên siyasetmedar hatin girtin. Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em bang dikin ku dawî li vê girtina li dijî hiqûqî bînin û hevalên me berdin. Hemû sepanên li dijî hiqûqî di 5’ê Mijdarê de destpê kir. Ew sepan ku li dijî vê pêvajoyeyê divê bi dawî bibe. Astengiya li pêşya çareseriya Kurd jî sepanên darbeyê ya desthilatê ye. Divê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan pêk werin û hevalên me bên berdan. Lê di serdema ku em qala aştiyê dikin de hê jî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk nayê.”
Halîde Turkoglu destnîşan kir ku doza kumpasê ya Kobanê hatiye pûçkirin û wiha got: “Li dijî hişmendiya DAIŞê hevalên me piştgiriya gelê Kobanê kririn. Hevalên me di hundir de jî li ber xwe didin. Em jî li vir dibêjin; Hevalên me yên ku têkoşîna aştiyê û jiyaneke bi rûmet didin divê demildest bên berdan. Hemû hevalên me yên ji doza kumpasê ya Kobanê de girtî ne divê demildest bên berdan. Aştî bi berdana hemû girtiyên siyasî pêkan e.”
Halîde Turkoglu piştre jî peyama Zeynep Karaman a ji Doza Kobanê girtiye xwend.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

