Li Fransayê grev û protestoyên neteweyî yên ku li ser banga sendîkayan tên lidarxistin berdewam dikin. Di daxuyaniya ji derdora Wezîrê Karên Hundir Laurent Nuñez de hat îdîakirin ku ji saet 13:00’an û pê ve li derveyî Parîsê 270 hezar kes beşdarî 180 meşan bûne. Konfederasyona Giştî ya Kar (CGT) jî ragihand ku di heman saetê de tenê li 73 bajaran zêdetirî 250 hezar kes beşdarî çalakiyan bûne.
Sendîkayan daxwaza zêdekirina mûçeyan, parastina xizmetên giştî, xurtkirina çavkaniyên îstîhdam û pîşesaziyê dikin. Sekretera Giştî ya CGT’ê Sophie Binet bang li hikûmetê kir û got heta ku daxwazên wan bên bicihanîn wê çalakî berdewam bikin.
Li Parîsê, sendîka û nûnerên xwendekaran ên ku ji Qada République ber bi Qada Nationê ve meşiyan, banga zêdekirina mûçeya kêmtirîn kirin. Hejmara berşdarên meşa li Parîsê hêj zelal nebûye. Sekretera Giştî ya CFDT’ê Marylise Léon xwest ku 100 euro li ser mûçeya kêmtirîn bê zêdekirin. Nûnera CFE-CGC’ê Christelle Thieffinne jî destnîşan kir ku zêdekirina mûçeyan divê hêza giştî ya kirînê bilind bike.
Daxuyaniya hikûmetê ku wê di 1’ê Mijdarê de mûçeya kêmtirînzêde bike jî dibe ku têra bidawîanîna çalakiyan neke.

