Li Stenbolê, bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li avahiya DEM Partiyê ya li Bahçelievlerê, merasîma bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan û gelek kes beşdarî çalakiya bîranînê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” hatin vekirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin û nîşandana sînevîzyonê berdewam kir.
Hevseroka MEBYA-DER’ê Hulya Îlbars, got ku pêvajoya aştiyê di encama têkoşîna şehîdan de destpêkiriye û diyar kir ku ew ê xwedî li vê pêvajoyê derkevin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, jî behsa têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û statuyê kir û got ku ew ê bîranîna şehîdan zindî bihêlin.
Li navçeya Dortyol a Hatayê jî bi pêşengiya AYKAYDER û rêxistina DEM Partiyê ya Hatayê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di axaftina xwe de got ku şehîd ji bo gelê Kurd û gelên herêmê nirxekî girîng in.
Îrmez, diyar kir ku ew ê xwedî li bîranîn, xeyal û armancên şehîdan derkevin. Her wiha got ku ew bi biryardarî dixebitin da ku jiyaneke azad û aştî pêk bînin.
Dayika Aştiyê Nofey Sert jî got ku ew ê têkoşîn û kedên zarokên xwe ji bîr nekin û diyar kir ku tevî zextan jî ew ê têkoşîna şehîdan bidomînin.
Her du çalakî bi xwarina komî bi dawî bûn.

