Duşem, 9 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Duygu Ozbay: Sîstema ezmûnê ya navendî newekheviya li perwerdeyê mezin dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Hatayê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Pirsgirêkên li Başûr divê bi diyalogê bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zozanê Mişarê yê Çiyayê Gabarê bi tonan darê berû hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî ji ti gel û çandê cuda nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê: Krîza avhewayê ya COP31 wê ji krîzê re nebe çareserî
Civak & Ekolojî

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê: Krîza avhewayê ya COP31 wê ji krîzê re nebe çareserî

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê beriya civîna bilind a avhewayê ya COP31 daxuyanî da û got, krîza ekolojîk ji ber têkiliyên hilberîn û mezaxtinê yên sîstema kapîtalîst e. KCK'ê li dijî krîza avhewayê banga xurtkirina têkoşîna ekolojiyê ya civakî kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê têkildarî Civîna Bilind a Avhewayê ya COP31 a Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da ku wê di navbera 9-20’ê Mijdarê de li Antalyayê bê lidarxistin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Civîna bilind a avhewayê ya COP31 ku van rojan li Antalyayê tê lidarxistin, yek ji rojevên sereke ye. Ji her devera cîhanê nêzî 80 hezar kes tevlî vê civînê dibin. NY’ê civîna xwe ya avhewayê ya ewilî sala 1992’yan li Brezîlyayê lidar xistibû. Li ser civîna sala 1992’yan nêzî 44 sal derbas bûn. Di 44 salan de 30 civînên avhewayê hatin lidarxistin. Di her civînê de; li ser texrîbatên guherîna avhewayê û tedbîrên bên girtin, axivîne û belav bûne. NY ji sala 1992’yan û vir ve, hem texrîbatên ekolojîk ên ji ber guherîna avhewayê nehatin astengkirin, hem jî bi germahiya kûreyî re texrîbatên ekolojîk zêde bûn. Tenê bi rengê sernavan jî îfadekirina hin pirsgirêkên sereke yên ku ji ber germahiya kûreyî û guherîna avhewayê çêbûne, asta texrîbatan nîşan dide. Cîhana me germ dibe, bi germahiya kûreyî re avhewa tên guhertin, bi guhertina avhewayê re demsal tevlîhev dibin, tundiya karesatên lehiyan û bageran her diçe zêde dibe. Ji ber hişkesaliya zêde zûwabûn zêde dibe, çavkaniyên xwezayî tune dibin, cûreyên zindiyan tune dibin, qirêjiya jîngehê jiyanê tune dike. Her ji niha ve koçberiyên avhewayê dibe ku koçberiyên şer derbas bike. Ev texrîbat hemû di encama germahiya kûreyî de qewimîne.

Çavkaniya van hemû pirsgirêkan, mirov e. Texrîbatên ku mirov bi destê xwe li xwezayê çêkirine. Lê pirsa ‘kîjan mirov?’ jî girîng e. Ne raste ku gundiyekî bi xwezayê re di nava aştiyê de dijî û xwediyên şîrketên sotemeniyên fosîl ên dibin sedema guherîna avhewaya kûreyî, di heman kategoriyê de bên nirxandin. Xwediyên esas ên van pirsgirêkan, efendiyên sîstema kapîtalîst in ku tevahî gerdûnê bixwin jî çavê wan têr nabin. Her wiha têkiliyên wan ên hilberandin-mezaxtin, zihniyet û sîstemên wan ên civakî jî dibin sedem. Her kes hemfikir bûye ku di roja me de êdî sîstema kapîtalîst nikare were domandin.

Rewş wiha ye, konferans û civînên avhewayê yên xwediyên sîstemê jî encam nayîne. Ji ber ku sedemê esas ê krîza avhewayê, sotemeniyên fosîl in. Hilberînên petrol, gaz û komir in ku di atmosferê de bandora serayê çêdikin. Piraniya beşdarên vê civînê yan xwediyên şîrketên hilberandina sotemeniyan e yan jî hevkarên wan e. Lewma civîna COP 31 a li Antalyayê jî wê ji 30 COP’ên din cuda nebe. Dîsa wê bên ba hev, nîqaş bikin ka emîsyonan çawa kêm bikin, çawa derbasî enerjiya nûkirî bibin û piştre wê belav bibin. Hîn zêdetir divê bi asta vî karî ya teknîkê re eleqeder bibin û nîqaş bikin. Wê bi sîstem û zihniyetan re eleqeder nebin. Ji ber xwediyên vê sîstemê ev in. Berpirsên texrîbatên ekolojîk, ev in. Piraniya beşdarên civînê, xwediyên şîrketên gaz, petrol, komir û madenê ne. Mesele, gelo şîrketên ku sotemeniyên fosîl dihilberînin û dibin sedemê germahiya kûreyî û guherîna avhewayê, wê dest ji vê yekê berdin? Gelo dema dest ji sotemeniyên fosîl berdan, wê dest ji enerjiya nûkirî jî berdin û dewrî civak û rêveberiyên herêmî bikin? Pir eşkere ye ku evane pêk nayên. Wê tenê pêşandaneke kesk pêşkêş bikin, maskeyekî kesk li kapîtalîzmê bikin û piştre belav bibin.

Wê demê divê mirov baweriyê bi van civînên sexte neyîne û dest bi lêgerînên alternatîf bike. Heta niha çend lêgerînên alternatîf pêk hatibin jî, piranî bi bandor nebûn. Tevgerên avhewaya kûreyî, civînên avhewayê yên gelan û tevgerên ekolojîk girîng in, lê belê têrker jî nînin. Tevgerên wiha divê ji elîtîzmê rizgar bibin û civakî bibin. Bi tevgerên jîngehê yên di warê klasîk de bi encaman ve mijûl dibin û ekolojîstên utopîk ên komîn û prîmîtîf ku li gundan bi cih bûne û girêdana xwe ya bi cîhanê re qut kirine, pêşî li texrîbatên xwezayê nayê girtin. Pirsgirêkên mirovan a bi xwezaya yekemîn re, çavkaniya xwe ji pirsgirêkên zihniyet û sîstemê digire. Li dijî van pirsgirêkên zihniyet û sîstemê eger zihniyet û sîstemên alternatîf pêş nekevin, pirsgirêkên mirovan ên bi xwezayê re çareser nabin. Ji vî alî ve yekane çareserî pêşxistina ekolojiya civakî ye. Divê mirov tevgerên ekolojiya civakî pêş bixe, li dijî sîstem û zihniyeta kapîtalîst têbikoşe, wan neçarî guhertinê bike û sîstem û zihniyetên demokratîk ava bike. Divê li dijî zihniyet û sîstemên dewletê yên li ser esasê desthilatdarî, rant û mêtingeriyê, zanebûn û sîstema demokratîk were avakirin. Divê li dijî çêkerên otorîter ên navendî rêveberiya herêmî were avakirin û li dijî têkiliyên hilberandin-mezaxtin ên li ser esasê qanûna feydeyê, aboriya civakê were avakirin. Ev yek dikare ji krîzên heyî re bibe çareserî. Yan ya mayî, hewldanên domandina kamûflekirina sîstema heyî û karesatê ye.

Armanca sereke ya hemû tevgerên ekolojîk ew e ku van polîtîkayên sîstema modernîst a kapîtalîst a cîhanê dibe hilweşînê, vala derbixin û alternatîfên jiyanî pêş bixin. Em bawer dikin ku ev civînên navneteweyî wê li ser esasê armancên hevpar ên tevgerên ekolojîk bibin hevpar û têkoşîna ekolojîk berfireh bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Duygu Ozbay: Sîstema ezmûnê ya navendî newekheviya li perwerdeyê mezin dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Di sala 29’an a komployê de em têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin

KCK’ê got, “Di sala 29’an a komployê de wezîfeya me ye ku em li her…

Ji aliyê Stêrk TV

Îlham Ehmed: Hikumeta Demkî li dijî Kudan şer îlan kir

Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehemed diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku li girtîgehan girtiyên nexweşên giran û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li ser şopa Şaristan…

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?