Sîstema Ezmûnê ya Nivîskî ya Hevpar ku Wezareta Perwerdeyê ya Mîllî xiste meriyetê, dibe sedema kedkarên perwerdeyê. Mamoste işaret bi wê yekê dikin, ku piştî pêvajoyên ezmûnê di nava avaniyeke navendî de hate asêkirin, dibe ku rola mamosteyan a di pêvajoyên perwerde û nirxandinê de teng bibe.
Hevseroka Hejmara 2’yemîn a Amedê ya Egîtîm-Senê Duygu Ozbay li ser Sîstema Ezmûnê ya Nivîskî ya Hevpar ji ajansa me re axivî.
Duygu Ozbay anî ziman ku sîstema ezmûnê ya hevpar di perwerdeyê de navendîperestiyê zêde dike û destnîşan kir ku ev yek rola diyarker a mamosteyan a di pêvajoyên perwerde û nirxandinê de lawaz dike.
Duygu Ozbay got, “Me di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de ragihandibû ku sîstema ezmûnê ya hevpar gelekî navendîperest e. Bi Modela Maarîf re êdî sîstema perwerdeyê hîn bêhtir navendî bû. Em Ezmûna Hevpar jî weke yek ji rêbazên bicihanîna Modela Maarîf dibînin. Wezaretî hewl dide nîşan bide ku ev model yekpare ye û serketî ye. Lê belê navendîkirina sîstema pîvandin û nirxandinê di vê astê de, mamosteyan di nava polê de hîn pasîf dike.
Ji ber ku gava em pirsên ezmûnê amade dikin, rewşa xwendekarên xwe ya amadebûnê, mercên wan, pêwîstiyên wan ên xweser, mercên fîzîkî yên dibistanê û amadebûna zarokan a ji wergirtina agahiyê li ber çavan digirin. Pêvajoya hînbûnê ya her xwendekarî ji hev cuda ye. Lewma divê polîtîkayên perwerdeyê jî vê cudahiyê li ber çavan bigire. Lê belê sîstema ezmûnê ya navendî bi feraseteke welê tevdigere ku mercên xweser ên zarokan ji nedîtî ve tê. Her wiha rola diyarker a mamosteyan a li nava polê jê distîne û avaniyeke hîn navendî ava dike.”
Duygu Ozbay destnîşan kir ku xwendekar di nava mercên wekhev de dest bi jiyana perwerdeyê nakin, xizanî, bêparbûna ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, qelebalixiya polan û pirsgirêkên wergirtina perwerdeyê bandoreke yekser li pêvajoya hînbûnê dike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Divê bi taybetî bê destnîşankirin ku nuqteyên destpêkê yên zarokan cuda ne. Mercên zarokekî li polên gelekî qelebalix perwerdeyê dibîne û zarokekî li poleke ji bîst kesan perwerdeyê dibîne ji hev gelekî cuda ye. Li gel vê yekê zarok hene ku nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Zarok hene ku di nava xizaniyê de ne û derfetên perwerdeyê bi dest nakeve. Ji ber vê jî divê nuqteyên cuda yên destpêkirina perwerdeyê di nava sîstema perwerdeyê de li ber çavan bêne girtin, bi taybetî newekheviya li van nuqteyên destpêkirinê ji holê bê rakirin.
Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê aliyê herî girîng ê vê newekheviyê ye. Xizanî aliyekî din e. Em bi rastiya wan zarokan re rû bi rû dimînin ku hîn tevlî sîstema perwerdeyê nebûne. Bi taybetî di nirxandina li cihên weke Amedê, em dibînin ku hîn jî zarok nikarin xwe bigihînin dibisatnan. Ji ber ku sîstema perwerdeyê ya veguhestinê hîn destpê nekiriye, ji ber ku îhaleyên perwerdeya veguhestinê nehatine kirin, li gel ku meh di ser re derbas bûye hîn jî gelek zarok nekarî tevlî sîstema perwerdeyê bibin. Di rewşeke bi vî rengî de tevlîkirina van zarokên ji mafê perwerdeyê bêpar mane li sîstema ezmûnê ya hevpar, bi serê xwe newekhevî ye.
Lewma ji bo me ya girîng ew e ku ev zarok beriya tevlî vê sîstema ezmûnê bêne kirin, ev pirsgirêkên li nava sîstema perwerdeyê bêne çareserkirin. Divê zarok bi mercên wekhev beşdarî sîstema perwerdeyê bibin. Lê belê çûyîna zarokekî li polekê nayê wê wateyê ku sûdê ji firsendên wekhev ê perwerdeyê werdigire. Eger dibistan û sîstema perwerdeyê newekheviyên heyî jinûve hildiberîne, wê demê beriya her tiştî divê ev avanî bê guhertin. Pêwîste zarok karibe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne, hunera xwe ya xwendin û fêhmkirinê bi pêş ve bibe û li gorî pêwîstiyên xwe karibe tevlî pêvajoya perwerdeyê bibe.”

