Duşem, 9 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Duygu Ozbay: Sîstema ezmûnê ya navendî newekheviya li perwerdeyê mezin dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Hatayê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Pirsgirêkên li Başûr divê bi diyalogê bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zozanê Mişarê yê Çiyayê Gabarê bi tonan darê berû hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî ji ti gel û çandê cuda nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li ser şopa Şaristan…
Kurdistan

Li ser şopa Şaristan…

Şaristan êdî ne li gel min e, lê belê wêrekiya wê di nava rehê min de ye, armancên wê di rêgeha min de ye. Dema diçim Geverê ne tenê diçim erdnîgariyekê; diçim ji bo temamkirina çîroka wê yan nîvcomayî, pêşvebirina wê rêya wê ya bi rûmet.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hin mirov tenê ji bo hilmstandinê têne dinyayê; hinek jî weke şênberiya armancekê ji dayik dibin. Şehîd Şaristan di nefesa xwe ya destpêkê de jî konfora jirêzêbûnê red kir; bû nûnera îradeyeke dilxwaz ku mîna bahozekê bû. Çîroka wê ne tenê çîroka jiyana mirovekî bû; êşa erdnîgariyekê bû, berxwedana gelekî bû û destana jinekê ya rabûna li ber sîstemê bû.

Zarokatiya wê li warekî welê derbas bû ku şopa jirêzêbûnê lê tine bû. Li cihê lê mezin bû cih ji ‘jirêzêbûnê’ tine bû; li wê derê ya tu yê bi serbilindî bisekiniya, yan jî serî bitewanda. Şaristan ev rastî hîn di zarokatiya xwe de baş fêhm kiribû. Hîn di zarokatiyê de gelekî dixwest ku li ser lingên xwe bisekine.

Ew zarokeke welê bû ku li şûna li ser rêya hinekan bimeşe, xwedî wî ruhî bû ku rêya xwe bi xwe biafirîne. Gava ku barê malbata xwe hilda ser milê xwe, bi wê sekna xwe ya têgihiştî ya ji bo piştgiriya bi malbata xwe re, nîşan da ku di karakterê xwe de xwedî îradeyeke ji pola ye. Newekkheviya ku di zarokatiyê de lê rast hat, dîtina rûyê rast ê dijmin tovên serhildanê xistibû dilê wê. Ev tov wê bi demê re veguheriya dareke mezin a berxwedanê.

Têkoşîna wê ne tenê ji vê rojê destpê kir; salên wê yên têkoşînê berê şerekî mezin ê ‘hebûnê’ bû ku ispat dikir, bê jinek çawa dikare di nava çerxên sîstemê de neeciqe. Sekna jinekê di vê astê de wêrek, di vê astê de bi biryar a li hemberî sîstemê, ne tenê hêzeke fîzîkî her wiha baweriyeke qewîn û kesayetiyeke mezin dixwest. Şaristan karîbû xwe bigihîne wê kesayetiya mezin.

Wê rola ‘jin a bêdeng’ red kir ku sîstemê lê ferz dikir û biryar da ku bibe mîmara azadiya xwe.

Pêvajoya girtîgehêya bi salan dewam kir, ne bû nuqteyeke şikestinê ji bo wê, berevajî vê yekê bû keleha têgihiştîbûna ruhê wê. Berdêla wê berxwedana bi rûmet a li dijî zilma dijmin, li pişt dîwarên sar ên girtîgehê dida; di heman demê de xwe bi pêş xist, ji armancên xwe re bû dilsooz û ruhê xwe kir zirxeke ji pola.

Ber bi sala 2012’an re li gel ku grevên birçîbûnê şopên giran li bedena wê hişt, di ruhê xwe de bû xwedî biryardariyeke xurt. Ew greva birçîbûnê ne tenê protestoyek bû, ew şerekî ‘hebûnê’ bû ku li dijî tarîtiya li ser gel û têkoşîna wê hate meşandin. Xisara li bedena wê, ew berxwedana ku li gel êş û westandinê jî meşand, qewînbûna karakterê wê mohr kir. Li pişt wan dîwaran ne tenê dem derbas bû, Şaristan li wê derê bû ‘pêşengek’.

Û piştre çiyayên azad bang li wê kir. Dawiya sala 2012’an piştî ku ji girtîgehê derket Şaristan êdî ne ya berê bû; wê bêderfetiya li nava jiyana sîstemê fêhm kiribû û bûbû şervanek ku bi berdêla azadiyê zanîbû. Dema ku ber bi çiyê ve gav avêt ne weke şagirtekê bû, lê weke pêşengeke xwedî tecrûbe bû ku rê nîşan dida û her gava xwe hesabkirî bû. Sekna wê welê xurt bû ku di mejiyê hevalên xwe de bû xwedî cihekî pak û cihê sûdwergirtinê.

Ew ne tenê bi şerkirinê zanîbû; wê zanîbû ku hevrêyên xwe temam bibe, pêşî li hevalên xwe veke û bi fedakariyê her valahiyê dagire. Ji ber ku zanîbû alîkariya ji bo hevrêyekî temamkirina têkoşîna xwe ye. Ji bo wê gava herî mezin bû ku dema astengiyek derdiket pêşiya hevalên wê, wê astengiyê ji holê rake.

Ya ku îro tê bîra me ne tenê rûyê wê yê li ken e; sekna wê ya bi serbilindî ye, wêrekiya wê ya qewîn e û dilê wê ye ku bi hestên xwişk û biratiyê her valahî dadigirt. Dema ku li dîmenên dawî yên li tunelên şer temaşe dikim, tişta ku min dît ne tenê ‘dawiyek’ bû; min di wan çavan de şewqa serketinê, ronahiya azadiyê û ev peyam dît: ‘Ya em ê bi berxwedanê bijîn, ya jî eger mirin hebe wê bi rûmet be’.

Ew gotin ji bo min veguherî qîrînekê ku ew bahoz veguherand armanceke mezin. Tenê daxwazeke şehîdên me hene: Ya jiyaneke bi rengekî azad, ya jî mirineke bi rûmet. Dîroka me ya têkoşînê li ser vê rastiya qewîn ava bûye.

Em xwediyê esîl ê vê rêyê ne. Me ne tenê rêya wan emanet girtiye. Şehîd yekane xwediyê vê têkoşînê ne û ew bi meşa li ser vê rêyê veguherîn heqîqeta xwe. Wezîfeya me jî ne tenê wezîfeyeke e; wezîfeya me dayina heqê wê rêyê ye, mezinkirina bîranîna wan e û her roj jinûve avakirina mîrateya wan e.

Şaristan êdî ne li gel min e, lê belê wêrekiya wê di nava rehê min de ye, armancên wê di rêgeha min de ye. Dema diçim Geverê ne tenê diçim erdnîgariyekê; diçim ji bo temamkirina çîroka wê yan nîvcomayî, pêşvebirina wê rêya wê ya bi rûmet. Ez wê şewqa serketinê ya di çavên wê de ji xwe re dikim meşaleya rêya xwe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Duygu Ozbay: Sîstema ezmûnê ya navendî newekheviya li perwerdeyê mezin dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sozdar Hecî: Divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi nasnameya xwe bijîn

Endama Fermedariya Giştî ya QSD û YPJ’ê şehîdên şoreşê bi bîr anîn û ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mûglayê çalakiyên 8’ê Adarê destpê kirin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li Mûglayê di daxuyaniya 8'ê Adarê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Di nobetên Aştiyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin

“Nobetên Aştiyê” yên ji hêla Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hatine destpêkirin li gelek bajaran berdewam…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê: Krîza avhewayê ya COP31 wê ji krîzê re nebe çareserî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?