Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de li gelek bajaran çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de bal kişandin ser têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî qetilkirina jinan, polîtîkayên bêcezahîştinê û pergala serdestiya mêr.
ÊLIH
TJA, li Parka Zozan a li taxa Hilal a Êlihê bi daxuyaniyê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Aktîvîstên TJA, nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta bi nivîsa “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” hat vekirin. Gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hat berzkirin. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA’yê Sevda Adirbellî ve hate xwendin.
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu Kutevi diyar kir ku ew ê li her derê, di her demê de têbikoşin û got, “Wekî Meclîsa Jinan, TJA û Meclîsa Jinan a DBP, em bi salan e li vê qadê dengê xwe bilind dikin. Bi salan e têkoşîna xwe berfireh dikin da ku li kêleka jin û zarokan bisekinin. Rêxistinbûn û gotin mafê herî mezin ê parastina xwe ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ku têkoşîna rêxistinkirî mafek e, rêxistinbûn mafek e. Îro, me soz da ku em ê jinan biparêzin û li kêleka wan di her qada jiyanê de li kolanan, taxan, navçe û gundan bisekinin û em her roj, her kêliyê têbikoşîn da ku soza xwe bicîh bînin.”
BEDLÎS
TJA li Bedlîsê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Jinan li ber derê navçeya navendî ya Bedlîsê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de jinan banga tevlîbûna çalakiyan li hemû jinan Bedlîsê kirin ku li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin û vîna xwe ya azad nîşan bidin. Di daxuyaniyê de pankartên “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” hat vekirin. Tevî aktivîstên TJA’yê, nûner û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê aktivîsta TJA yê Nûrdan Îlbasan ve hate xwendin.
Nûrdan Îlbasan da zanîn ku pêwendiya wekhev, adil û lihevhatî ya di navbera jin û mer de ku bi hezaran salan domiya, li gorî berjewendiya mer û li dijî berjewendiya jinê hat serobinkirin. Nûrdan Îlbasan anî ziman ku pergala mêrperest ji bo jinan kuştin û girtinê dixwazin û wiha got: “Lê em wekî jin îsal jî 25ê Mijdarê bi gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi berxwedana xwe ya bi heybet pêşwazî dikin. Em ê bi têkoşîna xwe ya azadiyê ku sedema hebûna me ye, ji her roja salê bi hêrstir û bi biryardariyeke mezintir li qadan bin.”
MÛŞ
Li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê jî TJA’yê starta xebatên 25’ê Mijdarê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî qirkirina jin û ekolojiyê niha dema jinê ye” hat vekirin û dowîzên “Hêvî rêgeza me ye, berxwedan rêya me ye” û “Tundî pirsgirêka pergalê ye” hatin hilgirtin.
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Soylemez daxuyaniya hevpar xwend. Ayşe Soylemez diyar kir ku ew ê li dijî tundiya mêr li qadan bin û bang li hemû jinan kir ku li qad û kolanan têbikoşin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bûn.

