Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû anî ziman ku divê Rêber Apo di nava mercên azad û bi bandor de bi rola xwe ya pêvajoyê rabe û got, nêzÎkatiya dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê ya hiştina ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne.
Derhênerê şanoyê Abdullah Uysal diyar kir ku huner di civakîbûna aştiyê de xwedî roleke girîng e û got, “Huner xwedî hêza yekkirinê, sererastkirinê û parastina bîrê ye. Dikare tevkariyên mezin li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike.”
Piştî ku gerîla Zinar şehîd dikeve gundiyên heremê navê kaniyê dikin ‘Kaniya Şehîd Zinar’. Ji bo ku ked û fedekariya gerîla Zinar tu carî neyê jibîrkirin navê wî li kaniyê tê kirin. Wek ava vê kaniyê Zinar jî diherike dile hemû rêheval û dostên xwe.

