Li Ewropayê gefên bombeyê yên dibistan hedef girtin, bûn sedema panîkeke mezin. Wezîrê Perwerdeyê yê Îtalyayê Giuseppe Valditara diyar kir ku roja Çarşemê li seranserê welêt herî kêm 300 dibistan ji ber îxbarên bombeyê hatine valakirin. Li gorî çapemeniya Îtalyayê bi tevahî 312 dibistanan peyamên gefxwarinê standine.
Serokwezîr Giorgia Melonî girêdayî geşedanan civîna hikûmetê li dar xist û da zanîn ku îxbarên berbehs bi armanca tirsandinê hatine kirin.
Hate diyarkirin ku e-posta bi îmzeya Mikhail Antropov hatine şandin û ji navê ku xwe weke serokê Vilayat of Misoginistanê daye naskirin, hatine. Polîsan têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.
LI BRÎTANYA Û ÎRLANDAYÊ JÎ HEMAN BÛYER QEWIMÎN
Peyamên gefxwarinê yên hevşib ji dibistanên li Brîtanya û Îrlandayê re jî hatine şandin. Polîsên Îrlandaya Bakur dan zanîn ku zêdetirî ji 300 dibistanan re e-postayên gefxwarinê hatine şandin. Hate ragihandin ku hin dibistanên li Îskoçyayê jî bi heman peyam hatine hedefgirtin.
Polîsên Îrlandayê jî dan zanîn ku ji gelek saziyên perwerdeyê re peyamên gefxwarinê hatie şandin lê belê wan ji gefa berbehs bawer nekiriye û hewceyî bi valakirina dibistanan nedîtiye.
Li Îtalya, Brîtanya û Îrlandayê li sedan dibistanan gefa bombeyê hate xwarin
Piştî ku li Îtalyayê ji 312 dibistanan re e-postayên îxbara bombeyê hatin şandin, herî kêm 300 saziyên perwerdeyê hatin valakirin û li Brîtanya û Îrlandayê jî bi sedan dibistanan re peyamên gefxwarinê hatin şandin. Rayedar bûyeran lêkolîn dikin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

