Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ya 25’ê Mijdarê re jin xwe amade dikin ku li dijî tundya mêr û dewletê hêrs û piştevaniya xwe li qadan nîşan bidin. Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li jinê bê mezinkirin, girîng e ku tundî bi her alî bê pênasekirin û nîşandan.
Tundiya li dijî jinê bûyereke kêmdîtî nîne; xwe ji serweriya mêr a li ser her qada jiyana civakî û newekheviya zayendî ya li nava civakê xwedî dike ku patriyarkal a kapîtalîst vê yekê bi zanebûn dike. Ya ku vê zexta bi rêk û pêk xurt dike jî polîtîkayên bêcezakirinê ye. Yên ku herî zêde tundiyê li jinan dikin jî hevjîn, hevjînên berê, partner, bav, kur û xizmên jinan e. Jin bi giranî ji aliyê mêr ên xizm an jî nasên xwe ve têne kuştin.
Tundiya mêr li malê, kolanan, kargehê, li akademiyê û siyasetê ji bo jinan kontrol bike, hêza xwe nîşan bide, bitepisîne û ceza bike bi rengê cuda tê kirin. Ev cûreyên tundiyê ne tenê bi êrişên fîzîkî tê kirin. Li gel tundiya psîıkolojîk, zayendî, aborî û dîjîtal tundiya flortê û şopandina bi israr a jinan jiyana jinan dorpêçê dike.
‘Tundiya fîzîkî’ li gel lêdana bi kulmê, sîleyê, fetisandin, birîndarkirina bi kêrê, her wiha bi lêdana li alavan, lêdana derî û dîwar, astengkirina çûyîna jinê ya ji bo doktor, bi rêbazên tirsandin û tepisandinê tê kirin.
Bikaranîna jinan weke amûra kontrolkirina pêwîstiyên hestewarî yên mêr an jî mêrên li derdora wê, rexnekirina timî, biçûkxistina wê û astengkirina têkiliyên civakî amûrên tudniya psîkolojîk e. Kontrolkirina qada jinê ya hevdîtina bi mirovan re, tinehesibandina îradeya jinê şêweyên cuda yên vê tundiyê ye. Ev zexta psîkolojîk û tecrîda giran gelek caran dibe nîşaneya destpêkirina tundiya fîzîkî.
Bikaranîna zayendiyê weke rêbazeke kontrolê, cezakirin an jî xelatê rastiya ‘tundiya zayendî’ ya li dijî jinê nîşan dide. Tundiya zayendî ku di nava zewacê yan jî derveyî wê timî rû dide, ji ber ku hesta şermê û sûcdariyê ya jinê bi giranî veşartî dimîne.
Serweriya mêr a li qada aboriyê weke yek ji amûrên bingehîn ên girêdana jinê tê xebitandin. Astengkirina karkirina jinê, desteserkirina hatine û danheviyên wê, deyndarkirina jinê an jî neçarhiştina wê bi xerciyên kêm ên ji bo jiyana rojane şêweyên sereke yên ‘tundiya aboriyê’ ye. Tundiya aboriyê ne tenê ev e, her wiha bi polîtîkayên dewletê jî girantir dibe
‘Şopandina bi israr’ jî dike ku jin xwe ewle nebîne û timî di nava tirs û fikaran de be. Şopandin, tirsandin, acizkirina bi rêya telefon an jî amûrên teknolojiyê, weke helwestên gefxwarinê timî dubare dibe ku jin xwe ewle nebîne, timî di nava tirsa tundiyê de be.
Belavkirina dîmen û nivîsên jinan, şopandina malperên înternetê yên jin dikevin û hesabên medya dîjîtal, şopandina e-mail û rêyên din ên ragihandinê yên jinan, ketina veşartî ya li mal û kargeha jinê, acizkirina wê, guhnedana li hişyariyên ‘na’ yan jî ‘rehet berde’, biçûkxistina di nava civakê de, şandina diyariyan û kulîlkan bi israr, têkiliya bi hevalên jinê re û hewldana agahîwergirtinê şêweyên bi israr ên şopandinê ne.
‘Tundiya flortê’ ku bi giranî jin ên ciwan lê rast tên, ji bo ciwanên ku fêhm nakin bê çi tê serê wan, vediguhere pêvajoyeke giran û tevlîhevkirina fikirê mirovan. Hukmên civakî û têgihiştina qebûlkirinê ya ku civak li jinê ferz dike, dibe sdem ku jin serî li ber tundiyê bitewînin. Jinên ku ji ber zexta malbatê yan jî derdorê neçar dimîne ku têkiliya xwe veşartî bihêle, qadeke bi ewle nabîne ku bûyerê bi serî tê parve bike
Cûreyê tundiyê ku bi serdema dîjîtal re bi navê ‘tundiya dîjîtal’ derdikeve holê, aliyekî nû yê şêweyên tundiyê ye. Eger amûrên teknolojîk ji bo kontrolkirin, biçûkxistin û cezakirina jinê têne bikaranîn hingî mirov dikare qala tundiya dîjîtal bikin.
Tundî di asta tirs, hesta sûcdariyê, şerm, raneketin, nexwarin, fikra xwekuştinê, bikaranîna zêde ya alkol û madeyan, êşên kronîk, jiberçûna ducaniyê û pirsgirêkên derûnî bandorê li jinan dike.
Li hemberî vê tundiya bingehînî mekanîzmayên ku mafên jinan ewle dike bi zanebûn têne bêkêrkirin. Tirkiye ku 3ımzekara destpêkê ya Peymana Stenbolê ye, di şevekê de bi biryara Serokkomariyê peyman fesix kir û cesaret da kiryarên tundiyê.
Di vê serdemê de ku mekanîzmayên parastinê yên navneteweyî ji holê hatine rakirin û qanûnên heyî nayên bicihanîn, 25’ê Mijdarê weke asteke dîrokî tê dîtin ku li dijî tundiya mêr û dewletê daxwazên wekkhevî û edaletê lê şênber bibin.

