Mehmet Bagriyanik di sala 1996’an de li Dîlokê hatibû girtin. Piştî 30 sal û 8 mehan ji Girtîgeha Bandirma ya hejmara 2’yan derket. Mehmet Bagriyanik di sala 1999’an de di girtîgehê de tevlî çalakiya ‘Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin’ dibe û bedana xwe dide ber agir.
Mehmet Bagriyanik ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), nûnerên saziyên sivîl û malbat û xizmên wî li pêşiya girtîgehê bi kulîlkan hate pêşwazîkirin.
Mehmet Bagriyanik piştî ji girtîgehê derket li pêşiya girtîgehê axivî. Mehmet Bagriyanik diyar kir ku ne 30 sal ew dikare 60 sal jî girtî be û wiha got: “Ev mijara hebûnê ye. Kesên ku têkoşîna hebûnê didin ji bo li ser piya bin divê têkoşîn werin dayîn. Ji bo wê çi destê me hat me kir. Piştî 30 salan em ji girtîgehê derketin. Ji niha şûnde em ê ji bo siyaseta demokratîk bixebitin.”
Mehmet Bagriyanik dê derbasî Dîlokê bibe.

