STENBOL: Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê 764’emîn çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglû lidar xist. Di çalakiyê de behsa rewşa girtiya nexweş Evîn Zapsu ya li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin, hate kirin. Gelek parêzvanên mafan tevlî çalakiyê bûn. Pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila girtiya nexweş Evîn Zapsu were berdan” hatin vekirin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” hatin berzkirin.
ENQERE: Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 636’an a çalakiya xwe de ji bo girtiyê nexweş Emrah Nebîgolû yê Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Amedê li Cadeya Sakarya civiya. Di çalakiyê de berdana Emrah Nebîoglû hate xwestin.
ÎZMÎR: Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê jî ji bo bal bikêşe ser rewşa girtiya nexweş Evîn Zapsu li ber SumerBanka Kevn a Konakê civiya û îşaret bi binpêkirinên mafan kir.

