Rûsyayê ragihand ku civîna bilind a sêalî ya bi beşdariya Şi Cinping, Donald Trump û Vladimir Putin ku çend hefte ne hevdîtin li ser tê kirin, 19’ê Mijdarê roja Pêncşemê wê bê lidarxistin.
Berdevkê Kremlinê Dmitri Peskov roja Şemiyê daxuyaniyek da û got, li hev hate kirin ku di çarçoveya civîna Hevkariya Aboriyê ya Asya-Pasifikê (APEC) a li bajarê Shenzhen ê li başûrê Çînê bê lidarxistin, hersê lîder li hev rûnên.
Qesra Spî jî êvara Înê plana li ser civîna bilind ragihandibû. Lê belê rêveberiya Çînê hîn bi rengekî fermî piştrast nekiriye.
Li gorî Qesra Spî, di hevdîtinê de wê mijarên pêşîgirtina li belavbûna çekên nukleerî û şerê Rojhilata Navîn bê nirxandin.
Her wiha hate ragihandin ku şerê Ûkraynayê di rojeva civîna bilind de nîne. Rêveberiya Kievê û hevalbendên wê fikarên xwe dianîn ziman ku biryarên li ser paşeroja Ûkraynayê bêyî tevlîbûna wan bêne wergirtin.

