Di daxuyaniyê de ku gelek kes lê amade bûn, Hevserokê Bajarê Erzîromê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Ramazan Karakaş axivî û bi bîr xist ku li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên Tuncer Saglam serlêdana wî ya ji bo taloqkirina înfazê hate rexkirin.
Karakaş anî ziman ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş nayê parastin, berdana wan tê astengkirin û diyar kir ku bernedana girtiyên li ber mirinê zerarê dide pêvajoyê û hiqûqa xwişk û biratiyê.
Karakaş xwest, pêvajoya teşhîs û dermankirinê, ragirtina li mercên girtîgehê û sewqa ji girtîgehê re ya Saglam bi berfirehî bê lêkolîn.
Her wiha bang kir ku têkildarî berpirsyaran pêvajoyên îdarî û edlî bê destpêkirin.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

