Hate ragihandin ku heyeta hikumeta Iraqê ji bo lêkolînkirina dosya li ser revandina petrola Iraqê ji Îranê û ji wir jî ber bi Efganistanê ve çûye Kerkûkê.
Li gorî agahiyan, lêkolîn li ser destnîşankirina rêyên qaçaxçîtiya petrolê li parêzgeha Kerkûkê û deverên derdora wê, eşkerekirina aliyên li pişt proseyên veguhestinê û wan torên ku ji firotina wê ya li derveyî Iraqê berpirsiyarin, tê kirin.
Her wiha heyet hewl dide ji çawaniya derbasbûna neftê ya di nav xaka Îranê re heta digihîje Efganistanê piştrast bibe û şêwazên danûstandina bi tankerên qaçax re û qebareya têkilbûna aliyên peywendîdar di van proseyên qaçaxçîtiyê de eşkere bike.

