Li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamenta Tirkiyeyê budçeya Wezareta Parastina Mîllî ya ji 1 trilyon 532 milyar lîreyî hate nirxandin û ji bo sala 2027’an hate qebûlkirin. Budçeya Wezareta Parastinê ya Mîllî li gorî sala 2026’an di asta ji sedî 83 de hate zêdekirin. Di komîsyonê de hate ragihandin ku dibe ku lêçûn bigihêje 3 trilyon 454 milyar lîreyî.
Di demekê de ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dike, zêdekirineke ewçend mezin a budçeya parastinê polîtîkayên li Tirkiyeyê kir mijara nîqaşê.
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Mehmet Kamaç mijar ji ANF’ê re nirxand. Mehmet Kamaç budçeyên salên 2026 û 2027’an anî beramberî hev û diyar kir ku zêdekirina bi rêjeya ji sedî 83’an balkêş e.
Parlamenterê DEM Partiyê got, “Dema ku mirov bala xwe dide ser budçeya Wezareta Parastina Mîllî ya sala 2027’an dikare bibêje ku Tirkiye xwe ji şerekî re amade dike. Mirov dikare vê budçeyê weke budçeyeke şer pênase bike. Veqetandina çavkaniyeke ewçend mezin ji Wezareta Parastina Mîllî re û zêdekirineke ewçend mezin ji aliyê mercên heyî yên cîhanê ve cihê fikaran e. Di demekê de ku cîhan di nava tengaviyeke cidî de ye, li Rojhilata Navîn dîzayneke nû tê kirin, veqetandina budçeyeke ewqasî zêde ji Wezareta Parastinê ya Mîllî re, hin pirsan dixe serê mirovan e. Ev budçe budçeyeke şer e, ne ya aştiyê ye.”
Parlamenterê Amedê bi bîr xist ku Tirkiye niha di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas dibe û destnîşan kir ku pirsgirêka sed sal ind ewam dike bi polîtîkayên ewlekariyê û biçekbûnê nehatiye çareserkirin. Mehmet Kamaç got, “Tirkiye niha di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas dibe. Em bi pirsgirêkeke welê re rû bi rû ne ku bi sedan sal in dewam dike, nayê çareserkirin û her demê bi şêweyên cuda derdikeve holê. Dema ku mirov 50 salên dawî dinirxîne, dibîne ku ev pirsgirêk bi polîtîkayên ewlekariyê, bi biçekbûnê û afirandina çekên teknolojîk çareser nebûye.”
Kamaç destnîşan kir ku polîtîkayên ewlekarîparêziyê çareserî nîne û diyar kir ku civaka demokratîk ew zemîn e ku her kes dibe xwedî maf û got, “Ev pirsgirêk bi çekê, bi tedbîrên ewlekariyê yan jî bi feraseta ewlekariyê çareser nabe. Çareseriya pirsgirêkê bi avakirina civakeke demokratîk dibe. Tişta ku em jê re civaka demokratîk dibêjin zemîneke welê ye ku her kes dibe xwedî mafên xwe, dema ku vê dike jî maf ji kesekî kêm nabe.”
Bi dewamî Mehmet Kamaç anî ziman ku budçeya 2027’an divê bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re bê nirxandin û got, “Lewma li Tirkiyeyê pêwîstî bi guhertineke zîhniyetê heye.”

