Duşem, 23 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayten Kordu: Şer bi destê mêr û dewletê, aştî jî bi destê jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li ser daxwaza keça xwe beriya 22 salan tevlî nava têkoşîna aştiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şukran Demir: Li dijî şer û tundiyê gotinek me heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Oduncu: Di avakirina aştiyê de divê gotin û îradeya jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgîz Mihemedî banga parastina jinan li dijî gefên sîber kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd: Em ê di civakîbûna aştiyê de bibin xwedî gotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêber Apo: Tedbîra herî bi bandor xurtkirina pêvajoyê bi rêya siyaseta azad û hiqûqa demokratîk e
Rojane

Rêber Apo: Tedbîra herî bi bandor xurtkirina pêvajoyê bi rêya siyaseta azad û hiqûqa demokratîk e

Rêber Apo: Bi taybetî em dixwazin bi wan demokratan re Komara Demokratîk ava bikin ku bawer dikin, bi misogeriya qanûnî ya Kurdan a weke hêmaneke esasî ya damezrîner Tirkiye dikare li Rojhilata Navîn bibe modeleke mînak û vê yekê ji xwe re dikin esas.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina ku bi Rêber Apo re kir daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di 22’ê Mijdara 2026’an de weke heyeta Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtinek pêk anîn.

Weke ku meha derbasbûyî ji raya giştî re hate ragihandin, me dît ku Birêz Ocalan derbasî cihê nû bûye ku li nava girtîgehê hatiye avakirin. Eşkere ye ku ev yek ji bo mercên jiyan û karkirinê rewşeke erênî ye. Ya ku niha divê bê kirin afirandina wan derfetên ragihandinê ye ku Birêz Ocalan karibe karê xwe yê mezin ê du sal in ji bo aştî û hevgirtina dîrokî ya Tirk û Kurdan dike bi rengekî hevgirtî bi xwe ji çapemeniyê û raya giştî re ragihîne. Di asta heyî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de desteyên ku di çarçoveya qanûna çarçoveyê de hatine destnîşankirin divê bikaribin bixebitin û zemîna hiqûqî bê avakirin.

Birêz Ocalan bi biryar e ku di vê qonaxê de weke Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê karên xwe xurt bike û bi dewamî bimeşîne.

Nirxandinên Birêz Ocalan ên di hevdîtinê de kir bi kurtasî bi vî rengî ye:

“Em di qonaxeke welê de ne ku aliyê xwe yê pratîkî xurt e û di dîroka Komarê de dikare bibe xaleke werçerxê. Ji bo ev qonaxê derbasî demeke nû bibe pêwîstî hem bi kûrbûn û karekî pir alî hem jî bi baldariya li pêşberî xeteriyan heye.

Li Tirkiyeyê divê siyaset di hevkêşeya zext, tevdan û nerazîbûnê neyê asêkirin. Eger ev hevkêşe qada siyasî ya li Tirkiyeyê bloke bike, weke ku di dîroka Komarê de hate dîtin dibe ku zemîneke welê ava bibe ku dînamîkên li derveyî demokrasiyê li ser wê tevbigerin. Hedefa esasî ya van avaniyan her tim hêzên demokrasî û aştiyê, bi taybetî jî Kurd e û di çarçoveya vê armancê de daxwaza têkbirina qada siyasî û civakî ye. Ev pêvajoya ku em bi hesasiyeteke mezin dimeşînin ji bo welêt û herêmê xwedî potansiyeleke xurt a veguherînê ye, lewma hewldanên hêz û navendên cuda yên ji bo bicihanîna planên xwe yên xeraker, her tim wê hebin. Tedbîra herî xurt û bi bandor a li hemberî van ew e ku pêvajo bi rêya siyaseta azad û hiqûqa demokratîk bê xurtkirin.

Ez pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkeke demokrasiyê dinirxînim. Hewldaneke dîrokî ya ji bo çareseriya pirsgirêkeke bi vî rengî bi kêrî her koma civakî û siyasî ya li Tirkiyeyê tê; di heman demê de li dijî karên darbekar û zîhniyetên nijadperest e. Siyaseta demokratîk li ser têkilî û bûyerên rojane nayê meşandin; pêwîstiya xwe bi bernameyeke ji pîvanan a hevgirtî heye, li ser rêgez û pîvanan nêzî hev dibe. Divê qada siyasetê karibe hunera hilberîna demokrasiyê nîşan bide.

Edalet, hiqûq û demokrasî daxwaza temamiya gelên Tirkiyeyê ye, ne tenê ya Kurdan e. Kurd alîgirê aştî, xwişk û biratiyê ne, heta dawiyê alîgirê xwedîderketina li Komarê ye. Tevlîbûna Kurdan a li nava komarê jî li ser zemîneke demokratîk a ewle û misoger dikare pêk were. Komareke bi vî rengî jî bi naskirina hemû nasnameyan dikare biafire. Komargerên tengbûyî yên ji vê aciz in, bi fikrê ‘bila biçûk be, lê ya min be’ tevdigerin. Komara Demokratîk wê Tirkiyeyê mezin bike û veguherîne modelekê.

Li pêşberî van armancên mezin hin rewşên ku îro diqewimin bi ti awayî nayên qebûlkirin û îzahkirin. Bi taybetî mirina li girtîgehan, betalkirina înfazê, kiryarên cuda li girtîgehên cuda hewldanek tehrîk û tevdanê ya li dijî pêvajoyê ye.

Avakirina civaka demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê garantiya siberojeke wekhev û azad e. Weke ku her mijarê nêzîkatiya me ya li mijara baweriyan jî li ser vê bingehê ye. Em wê civakîbûnê ji xwe re dikin esas ku bi rengekî azad bi çanda xwe dijî, her mafên xwe bi rengekî ewle dikare bi kar bîne û van hemûyan jî digihîne sazîbûn û rêgezên demokratîk.

Bi taybetî em dixwazin bi wan demokratan re Komara Demokratîk ava bikin ku bawer dikin, bi misogeriya qanûnî ya Kurdan a weke hêmaneke esasî ya damezrîner Tirkiye dikare li Rojhilata Navîn bibe modeleke mînak û vê yekê ji xwe re dikin esas.”

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê

Li gel hurmetên xwe. 22’ê Mijdara 2026″

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ayten Kordu: Şer bi destê mêr û dewletê, aştî jî bi destê jinê ava dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Londonê panela 25’ê Mijdarê: Em ê bi têkoşînê bi ser kevin

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konûkçû qedexekirina dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" şermezar kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên Parîsê li Kolombiyayê hatin bîranîn

Li paytexta Kolombiya Bogotayê, jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Berxwedana li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrînê xerac ji xwediyên erdan dixwazin

Saziya Aboriyê ya herêma Efrînê ji xwediyên erdan ji sedî 35’ê berhema erdên wan wek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ayten Kordu: Şer bi destê mêr û dewletê, aştî jî bi destê jinê ava dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li ser daxwaza keça xwe beriya 22 salan tevlî nava têkoşîna aştiyê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zeynep Oduncu: Di avakirina aştiyê de divê gotin û îradeya jinê hebe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 23’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?