Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda bi panel, çandina şitlan û daxuyaniyên çapemeniyê hatin cem hev. Di çalakiyan de peyamên pêşîgirtina li tundiya li ser jinan, azadiya jinan û mezinkirina piştevaniyê derketin pêş.
Li Stenbolê jinên endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (ÎDAYDER), panelek bi sernavê “Di Quranê de cihê jinê” li dar xist.
Hevseroka ÎDAYDER’ê Adalet Unlu ku di panela bi beşdariya TJA, Dayikên Aştiyê û gelek jinan pêk hat de axivî û diyar kir ku tundiya li ser jinan bi hincetên olî nayê rewakirin û anî ziman ku têkoşîna li dijî tundiyê berpirsyariya hevpar a civakê ye.
Parêzvana mafan Nurten Ertugrul û Hevseroka MÎA-FED’ê Perva Înal jî li dijî tundiya ku vîna jinan tune dihesibîne banga têkoşîna hevpar kirin.
Li Mûşê jî bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a şaredariyê, li Parka Ehmedê Xanî ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin şitil hatin çandin.
Hevşaredar Tuba Sayilgan ku di çalakiyê de axivî û anî ziman ku parastina mafê jiyanê yê jinan û mezinkirina piştevaniyê berpirsyariyeke hevpar e. Bername bi deqeyek rêzgirtin û çandina şitlan bi dawî bû.
Li Wanê Nûnertiya TUHAY-DER’ê, bi armanca ku balê bikişîne ser girtiyên jin ên li girtîgehan, li pêşiya edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya azadiya jinan a ji bo avakirina civaka demokratîk û peyama piştevaniyê ji bo girtiyên jin hat dayîn.

