Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo mêran semînerek hat lidarxistin.
Semînera ku ji aliyê Jineolojî û Meclîsa Îştar ve hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtnê destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Şînda Bulut ve hat kirin.
Piştre Lotûs Jiyan di semînerê de axivî û got; “Weke tê zanîn sê xwişkên bi navê Mîrabel hebûn ku ji bo mafê Jinan û mafê hemû mirovahiyê li hember desthilatdarî û rejîmê serî hildan û têkoşiyan. Jiber ku tekoşîna xwe hîn baştir bidin meşandin ketin ser rê û xwestin biçin cem hevjînê xwe û dema zivirîna wan de jî her sê xuşk ji aliyê Rejîmê ve hatin binçavkirin û bi işkenceyê hatin kuştin. Ev roj jî bû dîrok, li seranserê cîhanê deng veda û bandora xwe li ser hemû jinên cîhanê û tevayî mirovahiyê kir.”
Di berdewamiya semînerê de Lotûs Jiyan wiha got; “Roja ku jin li dijî zilmdariyê, desthilatdariyê, li hemberî hişmendiya mêrsalar û li ser navê modernîteya kapîtalîs ya Kujerê Kastîk ku li hemberê vê Jinan têkoşîna xwe daye destpêkirin, rojeka hatiye destnîşankirin, roja 25’ê Mijdarê ye.”
Her wiha Lotûs Jiyan bal kişand li ser tundiya ku tê kirin ku çawa derketiye holê û di dawiyê de wiha axivî; “Emê wê tundiyê, wî Kujerê Kastîk çawa fêm bikin û li hember wê hişmendiyê emê çawa bigihin armanceke sereke û emê çawa ber bi jiyaneke sosyalist ve bimeşin. Ji ber ku em bikaribin van pirsgirêkan çareser bikin divê em dakevin kûrahiya dîroka wê. Bi dehan cûrên tundiyê hene ku mînaka herî berbiçav tundiya siyasî ye; tundiya ku jinê qebûl nake, siyasetê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne û rê nade mirovên demokratîk tê de cih bigire. Her wisa ya herî sereke ku bi hezaran sale rê nade ku jin di qada siyasetê de cih bigrin, ev jî bi serê xwe komkujiyeke.”

