Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NYT: Di şerê Ukraynayê de zêdeyî 700 hezar leşkerên Rusyayê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabahattin Tekin ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bexdayê biryar da ku mudaxileyî deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê û qadên petrolê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    43 roj in bersiva serlêdana ji bo taloqkirina înfaza nexweşa losemî nehatiye dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çi dibe bila bibe em ê xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Bi hişmendiya 25’ê Mijdarê têkoşîn kirin, berpirsyariyeke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Jin wê azad bibin, civak wê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DAKB’ê banga 25’ê Mijdarê: Jin azad nabe civak nabe xwedî siberoj

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Sala 2025’an 47 hezar jin û zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Azadiya jinê bingeha civakeke azad û demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Rihayê di salekê de 2 hezar jin rû bi rûyê tundiyê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê
Kurdistan

Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li nahiya Sinûnê ya Şengalê meşek li dar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li nahiya Sinûnê meşek lidar xist. Meşa TAJÊ ku jin û mêr beşdar bûn, ji ber komîna gel a Sinûnê destpê kir. Meşê bi rakirina posterên Rêber Apo, wêneyên jinên hatine qetilkirin û ala TAJÊ, her wiha bi dirûşmeya “Jin jiyane, jiyanê nekujin”, “Jin, Jiyan, Azadî” heya Çerxerêya Mam Zekî dewam kir.

Piştre li ser navê TAJÊ ji aliyê Rîham Hesen ve daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de tundiya li dijî jinan hate şermezarkirin û li hember tundiyê banga yekitiyê li hemû jinên cîhanê hate kirin. Her wiha di daxuyaniyê de TAJÊ de dawî li Pêngava “Ji bo Edalet û Azadiyê Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” ya ku di 17ê Tîrmehê de dabû destpêkirin, anî.

Berfirehiya daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“Îro 25ê Mijdarê ye; roja ku li seranserê cîhanê dengê têkoşîn, berxwedan û hevgirtina li dijî her cûre tundiya li ser jinan bilind dibe. Ev roj ne tenê bîranîneke, lê banga edalet, wekhevî û azadiyê ye.

Tundiya li ser jinan çawa ku fîzîkî, derûnî, aborî an jî civakî be, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e. Civakeke azad û pêşketî bêyî azadî û ewlehiya jinan pêkan nabe. Mixabin, îro jî li gelek deverên cîhanê û li welatê me, jin bi newekhevî, zext û tundiyê re rû bi rû dimînin.

Dema em behsa tundiya li dijî jinan dikin, birîna herî kûr û nehatî jibîrkirin komkujiya li Şengalê ya sala 2014’ane. Li Şengalê tundiya herî hov a dîrokê li dijî jin û zarokên me pêk hat. Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin, di sûk û bazaran de wekî kole hatin firotin, jinên ducanî bi saxî hatin binaxkirin û keçên 12 salî bi destdirêjî û tecawuzê re rû bi rû man. Ev hovîtî rûyê herî reş ê tundiya li ser jinan e ku hîn jî edaleta wê pêk nehatiye. Hîna jî bi hezaran jinên Êzidî hîn jî winda ne.

Ji bo ku ev edalet pêk were û ev birîna dîrokî bê dermankirin, me wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û rêxistin û saziyên jinên Êzidî, bi dirûşma ‘Ji bo Edalet û Azadiyê Tu jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê’ pêngaveke berfireh da destpêkirin. Ev pêngava ku ji 17’ê Tîrmehê ve destpê kir û heta îro bi biryardarî berdewam kir, ne gaveke ji rêzê bû; hilbijartina vê dîrokê xwedî wateyeke dîrokî, exlaqî û siyasî ya gelekî mezine. Ev hemle bû dengê qêrîna jinên bêdengkirî, bû pirek di navbera êşa Şingalê û vijdanê mirovahiyê de û nîşan da ku jinên Êzidî ne tenê qurbanî ne, lê pêşengên lêgerîna heqîqet û edaletê ne. Em vê roja dîrokî de hemleya xwe bi dawî dikin.

Di nav van pênc mehan de, me ji bo rizgarkirin û diyarkirina çarenûsa dîlgirtiyên Fermanê, hem li welat û hem jî li derveyî welat gelek xebat, çalakî û hevdîtin pêk anîn. Herî dawî jî, me nameyên fermî ji bo wan welatên ku komkujiya Êzidiyan wekî jenosîd (komkujî) nas kirine û her wiha ji bo sazî û rêxistinên navneteweyî yên têkildar şandin. Di wan nameyan de me pêşniyar, daxwaz û nexşerêya xwe ya ji bo edaletê bi zelalî anî ziman. Em dixwazin bi wesîleya vê roja girîng, 25’ê Mijdarê careke din ji hemû cîhanê re ragihînin; Heta ku dîlgirtiyekî me yê dawî di destê çeteyên DAIŞ’ê de be û çarenûsa hemû windayan neyê zanîn û heta ku jinek li vê cîhanê rastî tundiyê were, emê têkoşîna xwe bênavber û bi hêztir bidomînin. 

Di vê çarçoveyê de em bang li hemû aliyan, saziyên fermî û civaka navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina her cure tundiya li dijî jinan gavên pratîk û cidî bavêjin. Her wiha bersiva name û daxwazên me yên ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên Êzidî bidin û tawanbarên fermanê li dadgehên navneteweyî bidin dadgehkirin. Zagonên parastina mafên jinan bên xurtkirin û bi awayekî dadperwerane bên bicihanîn.

Hişyariya civakî li dijî zihniyeta baviksalarî û tundiyê bê bilindkirin.

Em TAJÊ piştrast dikin ku emê heta dawiyê dengê hemû jinên têkoşer û dîlgirtiyên fermanê bin.

Na ji tundiya li ser jinan re!

Niha dema jinê, dema parastin û rêxistinkirinê ye!

Jin, jiyan, azadî!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kuran: Ji bo mirovên mîna me, jiyan Tevgera Azadiyê bixwe ye

Girtiyê Tevgera Azadiyê Nasrullah Kuran got: "Hêza sereke ya ku min wekî endamekî Tevgera Azadiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

Gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya piştgiriya ji YPJ’ê silav kirin gotin, “Hebûna…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Komplo planeke qirêj a li dijî paşeroja ciwanan bû’

Gerîlayên HPG'ê li ser komploya 9'ê Cotmehê axivîn û anîn ziman ku komplo planeke qirêj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Sineyê zarokek keç ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?