Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl Elî hûrgiliyên êrişa li dijî Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a li Mişêrfê ya bakurê rojavayê Hesekê diyar kirin.
Di daxuyaniyeke çapemeniyê li cihê êrişê de Fermandariyê diyar kir ku şaneyên DAIŞ’ê bi 3 motorsiklêtên bombebarkirî êrişî navenda ewlehiyê kir, hemwextî wê gule hatin barandin.
Fermandariyê destnîşan kir ku di encama êrişê de 2 endamên Asayîşê şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

