Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Metîn Şahîn piştî 31 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Evîn Zapsu ji girtîgehê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîçek: Em qala aştiyeke bi rûmet dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyan hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobet di roja 9’an de ye: Bi rewşa giran a li girtîgehan aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Pênciwênê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 25’ê Mijdarê: ‘Divê her kesên ku dixwazin bikaribin bi Ocalan re hevdîtin bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê li dijî qetilkirinên jinan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinan meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Bi ti polîtîkayê nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin
Jin

Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan anî ziman ku tundiya li Îranê ya li dijî jinê xwe ji îdeolojiya gerontokratîk û serweriya mêr a dewletê xwedî dike û got, "Jin êdî xwe mexdûr nabînin, jin pêşengiyê dikin, têdikoşin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê nirxandin kir û anî ziman ku li Îranê tundiya li jinê bûyerên kêmdîtî nîne, weke encameke zîhniyeta gerontokratîk û serweriya mêr dewletê bi rêk û pêk tê meşandin. Peyman Viyan destnîşan kir ku li dijî van polîtîkayan divê jin li ser bingeha xweparastin û rêxistinûna xwe têkoşînê mezin bikin.

https://video.anf-news2.com/live/firat/817be75d_20261125132748_2026-11-25-haber-merkezi-peyman-viyan-pjak-es-baskani-25-kasim-konusmasi-1.mp4

Bi dewamî anî ziman ku têkoşîna li dijî tundiya li jinê tenê bi 25’ê Mijdarê sînordar nîne û got, “Têkoşîna ku di şexsê jinê de tê meşandin têkoşîneke ji bo tevahiya civakê ye. Têkoşîna li hemberî tundiya mêr a li dijî jinê li her rojê belav bûye. Ji ber ku tundiya li jinê her roj bi rengekî cuda tê kirin.”

‘ÎDEOLOJIYA REJÎMÊ HEWL DIDE BI HEDEFGIRTINA JINAN CIVAKÊ TINE BIKE’

Hevseroka PJAK’ê anî ziman ku li Rojhilat û Îranê jin li tundiyeke piralî rast tên û işareat bi armanca îdeolojîk a li pişt vê tundiyê kir. Feraseta rêveberiyê ya li Îranê jî weke serweriya mêr û gerontokratîk pênase kir û got, “Serweriya mêr û zîhniyeta xwe dispêre desthilatdariya mêr ên extiyar a li nava sîstema Îranê qirkirinê li ser tevahiya civakê ferz dike. Ev tundî herî zêde li jinan tê kirin Polîtîkayên Komara Îslamê hewl dide bi hedefgirtina jinan civakê bi temamî tine bike.”

‘ŞOREŞA JIN, JIYAN, AZADÎ DERBA HERÎ MEZIN LI VÊ ZAYENDÎPERESTÎ Û ÎDEOLOJIYA OLPERESTIYÊ XIST’

Peyman Viyan diyar kir ku ‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî’ ya bi pêşengiya jinan pêk hat, derba herî giran li îdeolojiya olperestî û zayendîperestiyê ya rejîma Îranê xist û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Derbeke giran li zîhniyeta extiyarbûyî ya ku bi her rêbazê desthilatdariyê di destê xwe de digire xist. Ev têkoşîn û feraset îro jî li nava civakê dewam dike.”

Peyman Viyan anî ziman ku rejîm hewl dide têgîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û naveroka şoreşê vala bike û diyar kir ku êrişên li dijî jinê ne tenê bi tundiya fîzîkî sînordar e, bi aliyên xwe yên fikrî û psîkolojîk jî dewam dike. Peyman Viyan got, “Ev yek tundiyek e ku li dijî jinê bi rengekî sîstematîk û plankirî tê meşandin. Zîhniyeta ku sîstem ava kiriye bi şerîatê û qanûnan rewabûnê dide vê yekê. Desthilatdariya xwe bi rêya zilm û zexta li hemberî jinan dewam dike.”

‘SÎSTEMA BI SERWERIYA MÊR MAFÊ KUŞTINA JINAN NAS DIKE’

Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan ragihand ku li Îranê komkujî û xwekuştina jinan bi giranî li Kurdistanê rû dide û got, ji ber ku li Kuridstanê têkoşîna jinê û têgihiştina civakî bi pêş ketiye, ev bûyer bi lez li nava raya giştî tê bihîstin. Peyman Viyan anî ziman ku li herêmên din ên Îranê gelek jin têne kuştin, lê belê haya raya giştî ji van komkujiyan nabe û got, “Ji ber vê jî qala pergaleke sîstematîk dikim. Sîstem bi xwe bi tundiyê tê birêvebirin.”

Peyman Viyan diyar kir ku li pişt tundiya li jinê ew feraset heye ku jinê weke milkê mêr dibîne û bi bîr xist ku bav, kek û hevjîn jinê weke mafê xwe yê milkiyetê dibîne û polîtîkayên rejîmê jî vê ferasetê rewa dike.

Her wiha anî ziman ku polîtîkayên necezakirina komkujiya jinan a li Îranê jî xwe ji vî mejî xwedî dike û got, “Li girtîgehên Îranê, kesekî ku jinek kuştibe di demeke ewçend kurt de tê werdan ku weke bê xelatkirin. Ji ber ku mafê milkiyetê ji mêr re tê dayin; bav, kek, hevjîn jinê weke milkê xwe dibîne. Polîtîkaya rejîma Îranê vê feraseta milkiyetê rewa dike û maf dide zîhniyeta bi serweriya mêr ku her roj jinê bikuje.”

Peyman Viyan anî ziman ku bidawîkirina pêşengiyacivakî ya jinê wê civakê ber bi hilweşînê ve bibe û got, “Civakek ku jin lê ne pêşeng û zane be, ew civak civakeke hilweşiyayî, pûç û ji cewhera xwe dûrketî ye. Ji aliyê exlaqî û polîtîk ve vediguhere civakeke pûç. Lê belê jin îro li hemberî vê rewşê li ber xwe didin û têdikoşin.”

‘JIN ÊDÎ XWE WEKE MEXDÛR NABÎNIN’

Peyman Viyan destnîşan kir ku yek ji sedemên zêdebûna tundiya li hemberî jinê ew e ku jin van polîtîkayan qebûl nakin, li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr têdikoşin û diyar kir ku jin êdî tenê weke mexdûrên tundiyê nikarin bêne pênaskekirin.

Hevseroka PJAK’ê got, “Jin êdî xwe tenê weke mexdûr nabînin. Sedema giranbûna tundiya li hemberî jinê ew e ku êdî tundiyê û van polîtîkayan qebûl nakin. Li ber zîhniyeta bi serweriya mêr radibin. Ev rewş ji bo sîstemê bi rastî jî derbeke kuştinê ye. Ji ber ku jin êdî xwe mexdûr nabînin, pêşengiyê dikin û têdikoşin.”

‘XWEPARASTIN NE TENÊ PARASTINA BI ÇEKÊ YE’

Peyman Viyan bal kişand ser pêwîstiya jinan a bi sîstema xweparastin û rêxistinbûnê û diyar kir ku xweparastin divê tenê weke parastina bi fîzîkî yan jî têkoşîna çekdarî neyê dîtin. Hevseroka PJAK’ê anî ziman ku xweparastin ji xurtkirina îradeya fikrî heta bi piştevaniya civakî qadeke berfireh a têkoşînê ye û got, “Dema ku êriş li hemberî jinekê hate kirin, divê bi hezaran ciwan karibin li hev bicivin û li dijî wî mêrî û zîhniyeta wî helwestê nîşan bidin. Li hemberî mirina Sogendê derketina ciwanan a li qadan jî şêweyekî xweparastinê ye.”

Hevseroka PJAK’ê li hemberî tundiya li jinê bi taybetî işaret bi girîngiya nîşandana helwesteke civakî ya bi biryar û rêxistinbûyî ya ciwanna kir û got, “Eger bavek keça xwe dikuje, li hemberî vê divê reflekseke welê bê nîşandan ku ew kes êdî nikaribe derkeve kolanan, nikaribe li wî bajarî bimîne, her wiha didvê pêkanînên cuda yên civakî lê bê ferzkirin. Divê ciwan xwe bi rêxistin bikin û bikin îrade.”

Peyman Viyan anî ziman ku jin ên ciwan divê li hemberî mêr wê serwer xwe bigihîne wê asta îrade û zanebûnê ku xwe karibin biparêzin û destnîşan kir ku rêxistinbûn wê têkoşîna civakî mezin bike.

‘DIVÊ TÊKOŞÎNA JINÊ GLOBAL BIBE, XWEPARASTIN Û RÊXISTINBÛN XURT BIBE’

Hevseroka PJAK’ê diyar kir ku têkoşîna jinê tenê bi Îran û Kurdistanê re sînordar nîne, di asta global de divê bê meşandin û got, “Îro li cîhanê sîstemeke bi serweriya mêr û zîhniyeteke dewletperest serwer e. Qurbanên esasî yên şerê tê kirin jin e. Ji ber vê jî ne tenê li Îranê, di dema heyî de li dijî tundiya mêr divê têkoşîna jinê radîkal bibe.”

Peyman Viyan destnîşan kir ku li kolanan, zanîngehê, dibistanê, li qadên sporê û her qadên jiyanê divê jin bibin xwedî hişmendiya xweparastinê û got, “Di vê pêvajoyê de tişta ku em herî zêde girîng dibînin sîstemeke xweparastin û xwe rêxistiniyê ye. Divê jin zanibin ku çawa dikarin xwe baştir bi rêxistin bikin û bi bikaranîna van rêbazan di dema pêş de divê têkoşînê hîn bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fermandariya Asayîşa Hesekê: Di êrîşa bombeyî de 2 endamên me şehîd bûn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobetên Edaletê: Ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu alternatîfeke din nîne

Nobeta Edaletê li gelek bajaranhatine destpêkirin didomib. Meşvanên azadiyê ya li Êlihê çûn serdana nobeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Koreya Bakur cara ewil tesîsa xwe ya ûranyûma dewlemendkirî nîşan da

Koreya Bakur roja Înê bi wesileya seredana Kim Jong ku Jong banga bihêzkirina kapasiyeta nukeelerî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Esra Solîn Dal hîn jî di bin tecrîdê de tê ragirtin

Rojnamevan Esra Solîn Dal a ku bi operasyona qirkirina siyasî hate dîlgirtin, bi hinceta “ewlehiyê”…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

‘Projeyên nû yên talan û rantê nuqteya kor a ekolojîk a aştiyê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fermandariya Asayîşa Hesekê: Di êrîşa bombeyî de 2 endamên me şehîd bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?