Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobetê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Edaletê dabûn destpêkirin, di roja 10’emîn de didomînin.
Hevserokên MED-TUHADFED’ê Pinar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de girsê bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê êşkenceyê têk bibe” berz kir. Çalakî bi daxuyaniyê dest pê kir. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em ê deriyên zindanan bi berxwedanê vekin” hat vekirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Onur Dusunmez ku di çalakiyê de axivî bi lêv kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî malbat 10 roj in di çalakiyê de ne û wiha axivî: “Desthilat berpirsyariyên xwe bi cih nayne. Raporên ATK’ê ku 10 rojan ji bo dizan didin bi salane ji bo hevalên me nadin. Me bi salan ji bo girtiyên nexweş rapor amade kirin. Me xwest girtiyên nexweş bên berdan û bigihêjin mafê tenduristiya xwe. Girtiyê nexweş ê giran Botan Kansu tevî rapora nikare di girtîgehê de bimîne bo wî hatiye dayin jî nayê berdan. Dîsa Pinar Tîkik tevî nexweşiya giran jî nayê berdan. Lê ATK’ê ya 10 rojan ji bo dizên fonan raporan derdixînin lê bi salane ji bo hevalên me tu tiştekî nakin. Bi sedan girtiyên nexweş hene. Ev çalakî bi awayekî biryardarî heta girtiyên nexweş werin berdan dê bidome. Em li pişt banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan in. Em ê civaka demokratîk bi têkoşîna xwe ava bikin. Heta hemû hevalên me bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Seroka Giştî ya Halkevleriyan Linda Sevînç, jî destnîşan kir ku ew ji bo berdana girtiyên nexweş piştgiriya çalakiyê dikin û wiha got: “Dewlet berpirsê tenduristiya girtiyan e û divê mafê jiyanê misoger bike. Ew maf nabe mijara bazariyê. Heta girtiyên nexweş bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştre jî nameya girtiya muebetê ya giran Zerrîn Yilmaz ku ji girtîgeha Sîncanê şandibû ji aliyê rêvebera OHD’ê Fatma Surucu ve hat xwendin.
Nameya Zerrîn Yilmaz wiha ye: “Parêzvanên rast ên aştiyê kesên ji bo parastin û geşkirina jiyana mirovan hewl didin e. Bi rêya vê çalakiyê ku tevî hemû zehmetiyan ji bo girtiyên nexweş hatiye pêkanîn we careke din nîşan da ku hûn parêzvanên rast ên aştiyê ne. Di cîhaneke ku bi êş, zehmetî, şer û mirinê hatiye diyarkirin de, hûn parastina aştiyê û jiyanê didomîn in. Em piştgiriya we dikin, spasiya we dikin û ji bo we serkeftinê dixwazin.”
Piştî xwendina nameyê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

