Welatiya Îtalyayê Albanese ji bo wergirtina unvana doktorayê ya li Zanîngeha Kosta Rikayê roja Pênceşmê gihîşt paytext San Joseyê. Lê belê meqamên koçberiyê diyar kirin ku têkildarî wê alarma navneteweyî heye, lewma nehişt ku bikeve hundirê welêt.
Serokê Midûriyeta Giştî ya Koç û Biyaniyan a ser bi Wezareta Karên Hundir Omer Badilla bi dîmenekî li ser medya dîjîtal hate weşandin got, Albanese ketiye ber “Alarma navneteweyî ya têkildarî çalakiyên terorê.”
Albanese jî li balafirgehê parvekirinek kir û got, “Dema ku te sînor derbas kir hingî tu rûyê rast ê Împaratoriyê nas dike.” Albanese demeke dirêj e Îsraîlê sûcdar dike ku li Xezeyê û Şerîa Rojava sûcên şer û qirkirinê dike.
Sefîrê Bilind ê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî Danny Danon biryara Kosta Rikayê bi kêfxweşî pêşwazî kir.

