Li gorî çavkaniyên xwecihî, li gundê Rîma Hazim ê Siwêdayê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê de pevçûn rû da. Çavkaniyan dane zanîn ku di pevçûnê de fermandarê hêzên ewlekariyê bi navê Yamin El Zixîr û 4 endam birîndar bûn.
Tora Deraa 24 jî ragihand ku di pevçûnê de nuqteyeke hêzên ewlekariyê bi dronên bombekirî hat hedefkirin.

