Li gorî raporek ya Kolber News’ê, li Mihabadê tu welatiyên bi navê Ehmed Erdem û Mihemed Serfecûyî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatin birin.
Kolber News’ê eşkere kir ku Ehmed Erdem xwedî dikanek ya dendikên gulberojê bû û li ber dikana xwe ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin. Li gor agahiyên Kolber News’ê Mihemed Serfecûyî jî di atolyeyeke mekanik dixebitî û li cihê karê xwe hatiye binçavkirin.
Malperê eşkere kir ku sedema binçavkirina van her du welatiyên Kurd nehat zanîn û her du ber bi cihekê nediyar ve hatine birin.

