Beşdarên kampanyaya “Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 Îmze” ku di meha Îlonê de pêşniyar û daxwazên xwe bi raya giştî re parve kiribûn, xebatên xwe yên “7 avhewa, 7 Herêm” bi civîneke çapemeniyê li Stenbolê ragihandin.
Nivîskar û lêkolînvan Faîk Bulut ku tevlî civîna li Otela Taksim Hillê bû, têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xebata “7 avhewa, 7 Herêm” de ji ajansa me re nirxandin kirin.
Faîk Bulut, derbarê sererastkirinên ku di şert û mercên xebatê yên Rêber Apo de werin kirin û gavên piştî wê de wiha got:
“Di serî de tê payîn ku serdanên xwe qebûl bike. Paşê dikare bi rojnamevanan re hevdîtinan bike. Ez nizanim dê ev rojnamevan Kurd an Tirk bin, yan jî dê cuda cuda hevdîtinê pêk bînin. Di qonaxa piştî wê de jî dikare bi nûnerên tevgera jinan, rewşenbîran û kesên ji beşên cuda yên Tirkiyeyê re were cem hev û hevdîtinan bike.”
Bulut, diyar kir ku hin başkirinên di şert û mercên xebatê yên Rêber Apo de nayên wateya azadiya fîzîkî û axaftina xwe wiha domand:
“Heta ku çareseriyek pêk neyê, derketina Abdullah Ocalan ji girtîgehê û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî mumkin xuya nake. Lê belê şert û mercên heyî dikarin li gorî rewşa berê hîn rehettir bibin. Ew dikare ne rasterast, lê bi rêya navbeynkaran bi raya giştî re têkiliyê deyne. Bi vî awayî dikare raman, pêşniyarên çareseriyê û felsefeya xwe bigihîne beşên hîn berfirehtir. Ev yek jî dê bibe alîkar ku aştî di nav civakê de hîn zêdetir bersivê bibîne.”
Faîk Bulut, derketina hin derdorên mixalîf û sosyalîst a li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî nirxand. Bulut, destnîşan kir ku du sedemên cuda yên vê dijberiyê hene û wiha pê de çû:
“Beşek ji van xwedî niyetên baş in. Ew maf û hiqûqa Kurdan diparêzin lê nikarin bi temamî fêm bikin ka pêvajo tê çi wateyê. Ew ji têgehên wekî hevdîtin, muzakere û entegrasyonê re biyanî ne. Ji ber ku nikarin ji qalibên ramanê yên kevn rizgar bibin, pêvajoyê rast nanirxînin. Ji ber vê yekê rexneyên min hene. Lê belê kesên xwedî niyetên nebaş jî hene. Di paş perdeya wan de hesabên gelekî tarî hene.”
Bulut, diyar kir ku armanca sereke ya civînê ew e ku piştgiriya civakî bide pêvajoya heyî û got ku xebata “7 avhewa, 7 Herêm” dê li seranserê Tirkiyeyê belav bibe û tê plankirin ku civîna dawî li Enqereyê were lidarxistin.
Bulut, girîngiya xebatê bi van gotinan vegot: “Wekî ku ji navê wê jî tê fêmkirin, ev xebat dê li hemû herêmên Tirkiyeyê belav bibe. Piştî civînên ku werin lidarxistin, dê li Enqereyê civîneke fînalê were sazkirin. Danezana çar xalî ya ku hat eşkerekirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di asta destpêkeke bingehîn de ye. Ev danezan dê ji konsulxaneyan, sefîrên biyanî, serkanayê giştî ya leşkerî, yekîneyên ewlehiyê û burokrasiya leşkerî û sivîl re were şandin. Dê bi partiyên siyasî re jî hevdîtin werin kirin. Bi vî awayî civaka sivîl dê rasterast beşdarî pêvajoyê bibe û piştgiriyê bide xebatên çareseriyê.”

