Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji endamên hêzên Şahêr El Sultan 8’ê Sibatê li Dêrazorê şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Endamê me Şahêr El Sultan roja şemiyê 8’ê Sibatê dema erka xwe li hember gel û axa xwe li kantona Dêrezorê bi cih tanî, hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.
Şehîd Şahêr ji bo xizmeta welatê xwe tevlî refên hêzên me bû. Bi hemû hêz erkên xwe bi cih dianî û ji bo xatirê welatê xwe bi hemû şiyana xwe şer kir. Bi exlaqê xwe û bi ruhê xwe yê hevaltiyê bilind û bi hesta berpirsyariya xwe ya ji bo parastina çanda kevnar a welatê xwe dihat naskirin.”
Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nav û paşnav: Şahêr El Sultan
Navê Bav: Mihemed
Navê Dayikê: Fitêm
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Dêrazor 1/3/2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazorê 08.02.2024