Civaka Êzidî, ku 73 caran ferman lê rabû, ji bo careke din ji aliyê hêzên derve ve neyê birêvbirin û biryarên li ser çarenûsa xwe bi xwe bide, rêxistinbûna xwe xurt dike. Bi vê armancê, her roj sazî, rêxistin, komîn û meclîsên gund û herêmên Şengalê tên ragihandin. Ev meclîs û komîn jî bingehê xweseriya Şengalê ye.
Bi amadebûna bi dehan delegeyên ji gelê herêma Serdeştê ya Şengalê, konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de nûnerên Meclîsa Avaker a Şengalê, TAJÊ, PADÊ, Mamosteyên Şengalê, Xizmetguzarî, gelê Rojava û gelek saziyên din amade bûn.
Konferans bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre dîwan hat hilbijartin.
Li dû xwendina peyamên sazî û meclîsan, endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Hacî Hesen axivî. Hesenbal kişand ser girîngiya avakirina Meclîsan û wiha got: “Ji bo carek din ferman li me ranebin, hêzên ku me diparêzin nerevin, divê em xwe bi xwe bi rê ve bibin û biryarên xwe bi xwe bigirin. Bersiva li êrîşên çeteyên PDK’ê avakirina Meclîsan û îlan kirina Şengalek Xweser e.”
Di konferansê de ev komîte hatin avakirin: Ol û Bawerî, Jin, Ciwan, Çand, Xizmetguzarî, Şehîd, Xweparastin, Aborî, Ziman û Perwerdeê û hwd.
Her komiteyek berpirsyarê wê û berdevkên wan hatin diyarkirin. 61 kes weke endamên Meclîsa Serdestê hatin hilbartin.
Her wiha Nehla Cirdo û Mirad Nemir wekî Hevserokê meclîsê hatin hilbijartin.
Piştî hevserok hatin hilbijartin derketin hemberî gel û sond xwarin ku ew ê erka dikeve serê milê xwe bi hemû hêza xwe pêk bînin.
Di konferansê de biryarên girîng jî hatin girtin. Yek ji wan jî navê Kampa Seîd a Serdeştê wekî kampa Şehîd Nazê hate bi nav kirin.
Delegeyên konferansê bi çepik, tilîliyan avakirina meclîsê li hev pîroz kirin.
Konferans bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bimire îxanet” û “Bijî Azadî” bi dawî bû.
Hêjaya gotinê ye gundê Boruk jî di 10’ê Adarê de Meclîs û komiteyên xwe ragihandibû.